Mehtab Nasirpur piştgiri da lîstikvanên jin ên qedexeya kar girtine

Lîstikvana şano û sînemayê ya Îranê Mehtab Nasirpur ragihand ku ji bo piştgirîkirina şanogerên jin ên ku ji kar hatine qedexekirin êdî di tu sînema û şanoyê de rol nagrim.

Navenda Nûçeyan – Lîstikvana navdar a şano û sînemaya Îranê Mehtab Nasirpur 28’ê Cotmehê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ragihand ku ji bo piştevanîkirina ji şanogerên jin û hunermendên ku ji kar hatine qedexekirin, êdî di ti sînema û şanoyekê de rol nagrê. Mehtab Nasirpur got: "Ji bo piştgirîkirina hevkarên xwe û protestokirina van biryarên neaqilane, ji niha û pê ve ez beşdarî ti sînema û şanoyê nabim."

Rêvebirê çavdêrî û nirxandina Rêxistina Sînemaya Îranê Habib İlbeygi 25’ê Cotmehê beşdarî civîna ku ji wan Baran Kosari, Vişka Asayesh, Tarane Alidusti, Katayun Riyahi, Pantea Behram, Fateme Motemed Arya, Golab Adine, Afsane Baygan, Hengame Qaziyani, Pegah Ahengerani, Meryem Bubani, Şaqaiq Dehgan jî heye ragihand ku ji ber ku hicaba neçarî li ser serî negirtine, , ji kar hatine qedexe kirin.

Habib İlbeygi diyar kir ku ji bo fîlmçêker ji ber ku gelek pere xerc kirine mexdûr nebin dê fîlmên berê yên van lîstikvanan gav bi gav bên weşandin û got: "Lê belê ji niha û pê ve ev lîstikvan wê nikaribin di fîlmên nû de bilîzin.”

Mehtab Nasirpur beriya niha di 17’ê Çileya 2023’an de ji ber protestokirina qetlîama xwepêşandêrên destwerdana li dijî serhildana “Jin, Jiyan Azadî” bo Edliyeya Êvînê hatibû vexwendin.