Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de hejmara miriyan bû 8 hezar

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de hejmara miriyan bû 8 hezar û 5. Li Zîvala Xezayê bi hezaran kesan berê xwe da depoyên malzemeyên UNRWA’yê, malzemeyên paqijiyê û pêwistiyên bingehîn girtin.

Navenda Nûçeyan- Piştî operasyona Hamasê ya bi navê 'Tofana Eqsayê' ya di 7’ê Cotmehê de, êrîşên Îsraîlê yên bi hedefgirtina sivîlan û niştecihên Zîvala Xezayê ya Filîstinê pêk tîne, didomîn. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, Elref el-Kudra di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku li Xezayê di 24 saetên dawî de 302 kesên din hatine qetilkirin.

Eşref el-Kudra da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha didomin hejmar kesên ku hatine kuştin 3 hezar û 342 zarok, 2 hezar û 62 jê jin gihîşt 8 hezar û 5’an. Hejmara birîndaran gihaîşt 20 hezar û 242’an.

Bihezaran kesan berê xwe dan depoyên alîkariya NY’yê

Li aliyê din Ajansa alîkariya koçberên Filistinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNRWA) di daxuyaniya ku di malpere îneternetê de parve kir de aşkere kir ku li Zîvala Xezayê û li herêmên Başûr bi hezaran kesan, berê xwe dane depoyên malzemeyên alîkarî û belavkirinê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Filistînî ji bo di jiyanê de bimînin malzemeyên paqijî û pêwistiyên bingehîn girtine.

‘Rewşa têkçûnê diyar dibe’

Hat îfadekirin ku yek ji van depoyan, li ser Misrê konvoyên mirovî malzeme bi riya UNRWA ‘yê li Deyr el Balah tê girtin. Direktorê UNREWA’yê yê Xezayê Thomas White got: “Ev îşaretek bi fikar e ku li Xezayê sê hefte ye şer berdewam dike û piştî dorpêçê rewşa mirova di her warî de xirab bûye. Mirov ditirsin, bi hêrs û bêçare ne.” Thomas White bal kişand ku roja Înê qutkirina înternet û telofonê ji aliyê Îsrailê ve tirsê zêdetir kiriye û wiha got: “Titirsin ku bi tenê bimînin, malbatên di nava Xezayê de têkiliya wan a bi cîhanê re hatiye qutkirin.”

‘Koçberî di hemû waran de zehmetiyên mezin bi xwe re tîne’

Thomas White destnîşan kir ku ji Bakûr û Başûrê Xezayê ku di bin êrîşên giran de ye koçberî didome û li hinek malan nêzî 50 mirov dimînin û wiha got: “Berhemên li bazarê xilas dibin. Kamyonên alîkariya mirovî ku li ser Misrê diçin Xezayê têrê nakin. Mirov tenê ji bo ku di jiyanê de bimînin tiştên pêwîstî bi wan heye gelek in. Alîkariya ku em digrin kêm e.” Thomas White bi bîr xist ku sîstema heyî pêvajoyên ku kêm kar dike, kontrolkirina zêde û ji ber qedexeya sotemeniyê wê mehkûmî ne serkeftinê bikin.