KJAR: Divê li hemberî qetilkirina Armîta Ground bêdeng nemînin

KJAR’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şehîdxistina Armîta bi heman şêweyê Jîna Emînî û hemû şehîdên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, bêhêztî û lewaziya rejîma Îranê nîşan dide, ji bo wê divê li beramberî siyaseta mirî ya rejîma zilamsalar bêdeng nemînin.

Navenda Nûçeyan – Di 1’ê Cotmehê de keça ciwan a Kurd Armîta Ground a 16 salî li stasyonek a meroyê rastî êriş ‘polîsên exlaq’ ên Îranê hat. Di encama derbeya ji serê xwe xwarî de ket komayê û piştî 28 rojan ango duh jiyana xwe ji dest da.

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di derbarê mirina Armîta Grawend de daxuyaniyekê belav kir û ragihand ku rejîma Îranê di yekemîn salvegera Jîna Emînî ku generalê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye de, keçek ciwan hate hedef girtin û şehdxistin ku ev bêhêztî û lewaziya rejîma Îranê nîşan dide.

Di daxuyaniya KJAR’ê de wiha hate gotin: “Rejîma dijî jin û faşîzma zilamsalar ya Îranê bi êriş û zextên xwe siyaseta xwe ya mirî derdixîne holê. Rejîma Îranê hewl dide bi gulebaran, binçavkirin û sêdardanê, desthilata xwe ya zilamsalar û faşîstane li ser lingan bigire. Lê li beramberî vê jin û ciwan ti carî bêdeng neman û ji cîhanê re nîşan dan ku ev rejîm ti rewatiya xwe nîne. Ji ber ku rejîmeke li dijî jinê ya weke rejîma Îranê ne tenê nikare bersiva daxwazên jinan bide, heta ji bo tepisandina wan hemû rê û rêbazan bikar tîne.

Her ku têkoşîna jinan berbelav dibe, rejîm bi awayên cuda tolhildanê dixwaze. Zêdebûna bûyerên xwekuştinê di hefteyên dawî de û kuştina Armîta ji aliyê hikûmetê ve, mînakên zelal ên komploya rejîmê ya têkbirina azadiyê ne. Hewl dide rewşa rojên berî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ vegerîne û xwe bi serdest û bi hêz nîşan bide. Di heman demê de lawazbûn û bêhêztiya rejîmê di pêkanîna daxwazên jin û ciwanan de ji aliyê her kesê ve tê zanîn.

Em wek Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi tundî şehîdxistina Armîta Girawend şermezar dikin û bang li civaka azadîxwaz a Îranê dikin ku li beramberî vî sûcî bêdeng menînin. Bang dikîn ku gel bi pêşengtiya jin û ciwanan carek din diyar bikin ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Di vê perspektîfê de berdewamkirina têkoşînê wê dawî li rejîma zordar a Îranê bîne û rêya azadiyê ronî bike.”