Di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de dîsa nexweşxane bûn hedef

Îsraîl ji hêla hewayî, bejayî û keştiyên şer ve bombekirina Gazzeyê didomîne. Hedefa Îsraîlê dîsa nexweşxane ne. Nexweşxaneyên ku bi sedan kes lê hatine dermankirin û sitar bûne tê xwestin ku bên tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê her ku diçe zêde dibin. Hat ragihandin ku hejmara kesên ku li Xezzeyê di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê cotmehê vir va 3 hezar û 342 zarok û 2 hezar û 62 jin mirin derket 8 hezar û 5an û hejmara birîndaran jî gihîşt 20 hezar û 242 kesan. Ev hejmar her deqîqe zêde dibe. Balafirên şer, top û keştiyên şer ên artêşa Îsraîlê şevê din Zîvala Gazzeyê bi taybet herêmên bakur bombebaran kirin. Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku herêmên Beyt Lahye, Cebelya û Beyt Hanûnê yên li bakurê bajêr ji aliyê balafirên şer ve hatin lêdan. Her wiha herêmên rojhilatê Beyt Lahye û Cebelyayê jî rastî topbaranê hatin.

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ragihand ku di pêvajoya ku bi êrîşa Hamasê ya di 7ê cotmehê de li Îsraîlê hat kirin û piştî wê jî bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezeyê dest pê kir, herî kêm 29 rojnameger hatin kuştin.

Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê 29’ê Cotmehê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane êrîşên Îsraîlê ser zîvala Xezayê gihîştiye nêzîkî 8 hezar zêdetirî 3 hezar zarok, 2 hezar û 62 jin û 460 pîr û kal in. Ji destpêka êrîşê de zêdetirî 20 hezarî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê bal kişand ser vê yekê ku Îsraîlê di saetên borî de 56 komkujî pêk anîn û di encamê de 302 kesan jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan koçberî başûrê Zîvala Xezayê bûn û bi qestî 881 komkujî li ser malbatan pêk anîn û 6 hezar û 120 kesan jiyana xwe ji dest dan hejmareke zêde hatin qetilkirin , ji wan hê jî di bin xirbeyan de ne.

Nexweşxane tên hedefgirtin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê teqez kir ku hezar û 870 raporên windayan wergirtine, di nav wan de hezar û 20 zarok hîn di bin kavilan de ne, êrîşên Îsraîlê bandor li ser pergala tenduristiyê jî kir, 116 personelên tenduristiyê hatin qetilkirin û 25 ambûlans hatin rûxandin û ew ji kar hatin derketin.

Îsraîl di encama bombebaranê de 57 saziyên tenduristiyê hedef girtin, 12 nexweşxane û 32 navendên lênihêrîna seretayî ji kar derxistin û têkilî jî qut kir. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê diyar kir ku piştî vegerandina peywendiyan ku ambûlans û berevaniya sivîl karîn bi sedan cenaze û birîndaran li erdê û di bin xirbeyan de rakin mezinahiya komkujiyên ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin.

Berdevkê Wezaretê bang li saziyên navneteweyî kir

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê got ku Îsraîl hîn jî gefên xwe yên bombekirina nexweşxaneyan li ser nêzîkî 100 hezar kesan zêde dike Ji xebatkarên tenduristiyê, nexweş, birîndar û koçberên di nav qada hedefgirtinê de ne.

Berdevkê Wezaretê bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina binpêkirin û gefên Îsraîlê yên li ser nexweşxane, ekîbên tenduristiyê, ambûlans û koçberan.Di dosyaya alîkariyên bijîşkî de der barê hatina alîkarî ya ji bo nexweşxaneyan ji bilî pêwîstiyan tiştek nû nîne.

‘Bi hezaran haletên nexweşiyên çerm û enfeksiyonê tespît kirin’

Her wiha bang li hemû aliyan kir ku erkên xwe di cîbicîkirina destwerdanên lezgîn de ji bo dabînkirina derman, kelûpelên pijîşkî û sotemeniyê ji bo sîstema saxlemiyê werbigirin, daku bikaribe kar û erkên xwe di rizgarkirina jiyana birîndar û nexweşan de vegerîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê anî ziman ku tîmên tenduristiyê bi hezaran haletên nexweşiyên çerm û enfeksiyonê, grîp, zuhaya mirîşkan, û îshalê tespît kirin. Hişyarî da li ser belavbûna bilez a nexweşiyan di nav awareyan de ji ber kêmbûna avê û nebûna paqijiya kesane û jîngehê.

‘Nexweşxaneya Qudisê serê sibê û vir ve şahidê bombebarana berdewam e’

Heyva Sor a Filistînê duh, piştrast kir ku gefên tund ji Îsraîlê wergirtine ku tavilê Nexweşxaneya Qudisê li Xezayê vala bike, li gel hişyariyên dubare ji nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê û armanckirina navendên bijîşkî û bal kişand ser wê yekê ku derdora Nexweşxaneya Qudisê ji saetên serê sibê û vir ve şahidê bombebarana berdewam e û di encamê de avahiyên cîran wêran bûne.

‘Nexweşxane ji ber nebûna rêyên jicîhûwarkirinê nikare were valakirin’

Duh, rêveberê nexweşxaneya El-Qudis li Xezayê daxwaza fişara navdewletî ji bo parastina nexweşxaneyê kir, piştî ku Îsraîlê hişyarî da nexweşxaneyê û amaje bi wê yekê jî kir ku derxistina birîndar û nexweşan ji wê gelek zehmet e nexweşxane ji ber nebûna rêyên jicîhûwarkirinê nikare were valakirin.