‘Divê Gultan Kişanak tavilê bê berdan’

Tevî dema girtina azamî ya 7 salan a siyasetmedara kurd Gultan Kişanak bi dawî bûye jî nayê berdan. Derbarê bersîvnedana serlêdanan civîna çapemeniyê hat lidarxistin û wiha hate gotin: “Demildest dawî li vê bê hiqûqiyê bînin.”

Navenda Nûçeyan – Li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser kantona Kobanê di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de çalakî hatin lidarxistin. Ev wekî hincet hat nîşan dan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî di nav de 18 jê girtî bi tevahî 108 siyasetmedar ji Doza Kobanê tên darizandin ku hê berdewam dike.

Tevî dema girtina azamî ya 7 salan a siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak bi dawî bûye jî nayê tehliyekirin. Têkildarî serlêdanên li 22’emîn dadgeha Cezayê Giran a Enqere hatî kirin û bê bersiv mayîn li Navenda Xebatên Hunerê ya Beyogluyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Malbat û Parêzerên Gultan Kişanak, Parlamenterên HEDEP'ê Sevda Karaca, Cengîz Çîçek û rêveberên partiyê, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, gelek hiqûqnas, nûnerên rêxistinên jinan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, lîstîkvan Nûr Surer, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

‘Hemû biryarên hatî dayîn bê bingehin’

Di daxuyaniyê de Parêzera Gultan Kişanak Several Ballikaya, diyar kir ku Gultan Kişanak vîna miyonek û 800 hezar kesî ye hatiye binçavkirin hemû biryarên ku derbarê Gultan Kişanak de hatî girtin bê bingeh in û wiha got: “Vîna ewqas kesan hat binçavkirin û bi hinceta ku dê birevê hat girtin. Dema biryara binçavkirinê hat dayîn Gultan Kişanak ji derveyî welat bû lê carekdin vegeriya Tirkiyeyê. Girtina wê tê wateya îhlalkirina azadiya kesan. Dagirkirina rêveberiyên herêmî tê wateya qebûlnekirina vîna gel.”

‘Divê Gultan Kişanak bê berdan’

Metna daxuyaniyê ji aliyê parêzera Gultan Kişanak, Gul Altay ve hat xwendin û wiha hate got: “Gultan Kişanak di 25'ê Mijdara 2016’an de hat binçavkirin û girtin. Biryara girtinê siyasî ye. Armanc şaredariyên ku ji hêla îktîdarê ve nehatin qezençkirin xesp bikin û vîna gel tune bihesibînin. Gultan Kişanak edilane nayê darizandin. Di pêvajoya darizandinê de îhlalkirina hiqûqê didome. Niha dema girtinê tijê bûye lê Gultan Kişanak nayê tehliyekirin. Me daxwaznameya xwe da lê 4 roj in bersivekî nadin me. Me serî li AYM'ê da lê heta niha biryarek nehatiye dayîn.” Gul Atalay diyarkir ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê dema girtînê 2 sal in lê ev bû 7 sal nehat berdan, divê birêz Gultan Kişanak serbest bê bedan û ev tişt di hiqûqê de heye.

‘Doza Kobanê doza kumpasê ye’

Piştî daxuyaniyê parêzer Cîhan Aydîn axivî û doza Kobanê weke doza kumpasê bi navkir û wiha got: “Serbixwebûna darazê nemaye û bûye amûreke dewletê. Der barê Gultan Kişanak de 30 sûc hatine destnîşankirin. Di Doza Kobanê de siyasetmedar pir zêde bi êrişan re rû bi rû dimînin. Ji bo hevserok û gelek kesan biryara darizandinê hatine dayîn. Li gorî qanûnan sûc çi dibe bila bibe dema cezayê 7 sal in. Biryara AYM’ê jî heye. Lê belê kesek guhdariya vê biryarê nake. Divê Gultan Kişanak serbest bê berdan.”

Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendê ya EDEP'ê Kerem Firtina jî axivî û diyar kir ku li gorî qanûnên dewletê divê Gultan Kişanak serbest bê berdan. Firtina destnîşan kir ku divê ev mexdûriyet û îhlalkirina mafan ji holê bê rakirin û Kişanak bê berdan.