Cenazeyê Armîta Grounda li Tahranê di bin dorpêçê de hat definkirin

Armîta Grounda a 16 salî ku di encama derbkirina ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve jiyana xwe ji dest, li goristana Beheşt Zera ya li Tehranê hate definkirin.

Navenda Nûçeyan- Armîta Girawend a 16 salî di 1’ê Cotmehê de li metroya Tehranê ya paytexta Îranê dema diçû dibistanê ji ber ku li gorî daxwaza rejîmê serê xwe negirtibû polîsan lêdabû û ketibû komayê li nexweşxaneya Fecr ku di komayê de bû duh jiyana xwe ji dest da.

Definkirin cenazeyê Armîta li Kirmaşanê ji aliyê rayedarên Îranê ve hat astengkirin. Her çendî rê li ber veşartina cenazeyê wê li Kirmaşanê hatibû girtin jî Armîta Ground bi komî li Goristana Beheştî Zera ya Tehranê hat veşartin.

Hat zanîn ku 8 kesên beşdarî merasîma cenaze bûn hatine binçavkirin.