Jinên Lîbyayê êrîşên Îsraîlê yên li dijî jin û zarokan şermezar kirin

Hejmarek zedê aktîvîstên jin ên Lîbyayî, diyar kirin ku êrîşên Îsraîl ên li ser Xezayê û di encama vê yekê de zirardayîn, qetilkirin û tirsandina zarok û jinan, di qada navneteweyî de sûcekî şer e.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî –  Ji destpêka şerê di navbera Hamas û Îsraîlê vir ve, gel li seranserê Lîbyayê pêlên hevgirtinê belav kir. Gel gelek çalakiyên prostesto yên êriş û bomberanên li Zîvala Xezayê şermezar dike û mafê Filistîniyan a di nava aşitiyê de jiyan kirin dipejîrine, li dar xistin.

Ji bilî xwendekarên zanîngeh, dibistan û enstîtûya bilind, gelek jin û zarokên keç beşdarî xwepêşandanên ku li bajarên Trablus, Misrata, Bingazî û El-Beyda hatin lidarxistin, bûn. Zanîngeha Aştiyê ya Lîbyayê ji bo hevgirtina bi Filistîniyan re standek li dar xist. Ji xwepêşandanên li dijî Îsraîlê re gelek xwendekarên jin, karmend û jinên di Wezareta Karên Derve, Sektora Perwerdehiyê û gelek beşên din de dixebitin beşdar bûn.

Gelek dibistan û saziyên perwerdehiyê li gel gelê Filistînê tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe ya ji bo mafê Filistîniyan nîşan dan. Jinên ji temenên cuda jî beşdarî xwepêşandanan bûn û dirûşmeyên herdû gelan hevdû girê dide berz kirin.

‘Jinên Lîbyayî berê jî ji bo piştgiriya gelê Filistînê beşdarî kampanyayên mezin bûn’

Cîgira Seroka Partiya Pêşerojê ya Lîbyayê Rabha El-Farsî, wiha axivî: “Di destpêka salên 1990’î de jinên Lîbyayî ji bo piştgiriya gelê Filistînê û gihandina alîkariyê beşdarî kampanyayên mezin bûn. Ji bo piştgirî dayîna gelê Filistînê pere û milkên xwe pêşkêş kirin.” Rabha El-Farsî bûyera ku rojnamevanê Lîbyayî Sûad El-Şelabî ku dema bûyerên li Xezayê radigihîne jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

‘Divê erîşên Îsrailê asayî neyên dîtin’

Rabha El-Farsî a di berdewamiya axaftina xwe de li Filistînê qetilkirina sivilan û hilweşandina malan şermezar kir, bang li serokên dewletan kir ku bi gelê Filistînê re di nava hevgirtinê de bin. Rabha El-Farsî da zanîn gelek hikûmetên ku vê yekê asayî dibin hene û bang li hemû kesê kir ku ev erîşên Îsrailê asayî neyên dîtin. Rabha El-Farsî, sûcên li djî gel û axên Filîstinê bi bîr xist û da zanîn ku ev kiryarên tên pêkanîn wek skandal û biçûkxistin dinirxînin.

Rabha El-Farsî di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji welatan kir ku balyoz û nûneratiyên xwe yên dîplomatîk ji her welatekî ku hewl dide peywendiyên xwe bi Israîlê re asayî bike yan jî bi wî re hevkariyê bike vekişînin.

‘Jinên Lîbyayî di piştgirîkirina Filistînê de xwedî rolekî girîng in’

Seroka Rêxistina Aştiyê ya Berpirsiyarê Karûbarên Jinan a Lîbyayê Salwa Al- Majrî jî wiha got: "Jinên Lîbyayî di piştgirîkirina doza Filistînê û dayîna piştgiriya manewî û madî ya ji bo gelê Filistînê ku bi hemû hêza xwe li hemberî êrîşên Îsraîlê li ber xwe didin de xwedî roleke girîng in.”

Salwa Al- Majrî, diyar kir jinên Lîbyayî bi armanca diyar kirina hewcedarî û pêdiviyên gelan, bi civaka Filistînî ya li Lîbyayê re di nava tekîliyek baş de ne û ji bo piştgiriya derûnî û manewî bidin kesên ku ji êrîşan bandor bûne, dixebitin.

Salwa Al- Majrî, destnîşan kir di wê baweriyê de ye ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê û di encamê de li Filistînê zirardayîn, qetilkirin û tirsandina zarok, jin û kal û pîran wek sûcekî şer a navneteweyî tê hesibandin û fikarên xwe yên li ser negihandina alîkariyên mirovî û rêxistinên mafên mirovan ku tu tedbîran negirin, anî li ser ziman.

‘Pirsgirêka Filistînê mijareke bandor li tevahî mirovan dike ye’

Seroka Beşa Karûbarên Îslamî ya Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Lîbyayê Kamla El-Werfallî jî wiha axivî: "Pirsgirêka Filistînê ne dosyayeke taybet a tenê gelê Filistînê ye eleqeder dike ye, mijareke bandor li tevahî mirovan dike ye. Gotina "her der" hevgirtina hemû jinên Lîbyayê ya bi gelê Filistînê re ku bi êrîşan re rû bi rû ye, pênase dike.”

Kamla El-Werfallî, bal kişand ser girîngiya rola jinên li Lîbyayê ya di piştgirîkirina gelê Filistînê de bi organîzekirina xwepêşandan, semîner û pêkanîna xwepêşandanan a ji bo dayîna piştgiriya zêdetir a navneteweyî ya ji bo gelê Filistînê, zextê li ser hukûmet û rayedarên cûrbecûr dike.