Narges Mohammadî: Armîtaya me ji ber nexwest porê xwe veşêre hat qetilkirin

Berdevka Navenda Parêzvanên Mafê Mirovan Narges Mohammadî ku li girtîgeha Evînê girtî ye diyar kir ku Armita Ground ji ber nexwest porê xwe veşêre hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Armîta Ground a 16 salî di 1’ê Cotmehê de li metroya Tehranê ya paytexta Îranê dema diçû dibistanê ji ber ku li gorî daxwaza rejîmê serê xwe negirtibû hat îşkencekirin û ket komayê li nexweşxaneya Fecr ku di komayê de bû 28’ê Cotmehê jiyana xwe ji dest da. Definkirina cenazeyê Armîta li Kirmaşanê ji aliyê rayedarên Îranê ve hat astengkirin. Armita Ground duh li goristana Beheşti Zera li Tahranê di nava dorpêçê de hate definkirin. 

‘Armita ya me ji ber nexwest porê xwe veşêre hate qetilkirin’

Berdevka Navenda Parêzvanên Mafê Mirovan Narges Mohammadî ku li girtîgeha Evînê girtî ye, daxuyaniyek derbarê Armita Ground a hetî qetilkirin li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal parve kir. Narges Mohemmadi wiha got: “Armita me ya jiyana wê ya kefxweş, ji ber nexwest pora xwe a xweşik bi hîcaba zorê veşêre hate qetilkirin. Destur nehat dayîn ku tu nûçegihanên serbixwe biçin nexweşxaneya Fecr. Tenê nûçegihanên aktiv, nûçagihanên radyo û televîzyonên komara Îslama Îranê ya girêdayî dewletê, malperên zanistî jî malperên artêşa Muhafizê Devrîn ên Îranê li wir bûn.”

‘Nûçeya mirinê ji aliyê ajansên nûçeyan a dewletê ve hate ragihandin’

Nerges Mohammadî destnîşan kir ku dimenên di kamereyên metroyê de hate qutkirin û wiha got: “Malbata Armîta, xwendekarên dibîstanê û mamosta xistin dibin kontrolê. Nûçeya mirinê ne ji aliyê malbatê, ji aliyê ajansa nûçeyan a dewletê ve hate ragihandin û demê mirinê ne li gora rewşa bedena keçê, ji aliyê polîtakayên sextekarî ên hikumetê ve hate tesbît kirin. Dewlet cihê ku Armîta lê were definkirin wê bi zorê diyar bike.”

‘Heqîqet dibin gefê de hat veşartin’

Nerges Mohammadî da zanîn ku nûçeya mirina Armîta Ground di nava kesên ku di şerê li Rojhilata Navîn de mirin dibin veşartina hikumetê ya ‘Dijiminê jina dînî ya otorîter’ xapandin û derew dinava kavilan de maye û wiha dom kir: “Bi mudaxeley saziyên ewlehiyê, di nava wan dengên mezin de, dengek biçûk yê nalinê ma. Agirê mirina Armîta Ground, agirê ku di cînayetên Mehsa, Nîka, Sarina, Qazale û h.w.d de destpêkiriye. Armîta me ji zarokên keç û xort ên bi zilmê bi guleyan hatin kuştin hê zêdetir bi zilmê  hate kuştin. Desthilatê bi destê ewlehiyê ev cinayet ewqas tepesand ku heqîqet dibin gef û xepandinê de hate definkirin. Dema heqîqet hate definkirin û mezlum mayin bê parastin, ne ji bo edaletê ji bo êşê jî qêr nekirin, mirin herî kêm mirovan di êşîne. Êşa rast derew, hîle û xapandina desthilatê ye. Ez tu cara mirina Armîta ya ne heq ji bîr nakim û ji bo xwîna wê ez tu caran vê sancûla bi zorê naxim serê xwe.”