Jinên ku hevberdanê kirine di bin zexta civakî de ne

Jinên ku li Îdlibê ji hevjinên xwe qûtbûne û hevjînê xwe winda kirine, bi gelek pirsgirêkên wek tacîz, tundî û zextên derûnî re rû bi rû dimînin. Jin dixwazin di jiyana xwe de biryarên xwe bi xwe bidin.

HADEEL Al-OMAR

Îdlib - Li Îdliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) de ye, jin li gelek qadên jiyanê bi zextan re rû bi rû ne. Bi taybetî jî jinên ji hevjinên qûtbûnê û windakirine, zextên civakî zêdetir hîs dikin û dijîn.

Li gorî daneyan hejmara jinên ku li Idlibê ji ber şerê Sûriyeyê hevjinên xwe windakirine 13 hezar derbas dike. Tevî ku hêj der barê jinên ji hevjinên xwe qûtbûnê de  xebatek nehatiye kirin jî, hejmara van jinan jî ne kêm e.

Rawaa Arafat a 29 salî ku li kampên Dêîr Hesen ên li bakurê Idlibê dimîne, diyar dike ku piştî mirina hevjînê xwe di hepsa malê de dijî. Rawaa Arafat wiha got “Ji aliyê birayên xwe, dayika xwe û heta cîranên xwe ve rastî zextên devkî têm. Min ji nû ve zewicandine red kir û xwest bi zarokên xwe re bijîm. Lê belê ez rastî nêrin û gotinên hovan yên mirovan têm. Ev rewş ji cil û bergên min heta axaftina min jiyana min sînordar dike.” Rawaa Arafat, diyar kir ku ji bo ji nû ve bizewice û dev ji zarokên xwe berde ji aliyê malbatê xwe ve rastî gelek zext hatiye û anî ziman ji ber ku der barê jiyana xwe de biryaran dide, di warê aborî de zehmetiyan dikşîne û rastî muameleyên xirab tê. Rawaa Arafat, wiha axivî: “Ez bi derfetên ku malbata hevjinê min ji min û zarokên min re misoger dikin, debara xwe dikim. Ez bi awayekî zehmet pêdiviyên xurekê pêktînim. Ev rewş dibe sedema ku ez bikevim bin deynan."

'Ez wek derûnî westiyam’

Jineke 29 salî ku nexwest navê xwe eşkere bike jî, tiştên jiyan dike bi van gotinan vedibêje: “Piştî ku ez ji hevjinê xwe qûtbûn heta îro rastî gelek hewldanên tacîza zayendî hatim. Ev rewş bi nêrîna civakê ya li ser jinên ji hevjinê xwe qûtbûnê ve girêdayî ye. Jinên hevberdanê qels û nikarin xwe biparêzin dibînin. Kardêrê ku hertim li cihê kar hewl dida xwe nêzî min bike, li ser rê û li ser kar hertim bi awayekî devkî taciz li min dikir. Min ji ber tacîza wî ya devkî şermek mezin jiyan kir û wek derûnî westiyam. Piştre min biryar da dev ji karê xwe berdim û li malê bimînim.”

'Civak bêedalet û bêwijdan e’

Ramya Al-Ramme diyar kir piştî ku ji hevjînê xwe qûtbû rastî zextên malbatê xwe hat û wiha got: "Min ji bo hevberdanê têkoşînek mezin da, lê encamên vê yekê gelekî giran bûn. Ez hertim rastî tundiya hevjinê xwe yê berê dihatim. Ev yek bû sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê û pirsgirêkên derûnî. Ev yek min ber bi întîharê ve dibir. Ji ber muameleya xirab a ku min dît, min baweriya xwe ya ji bo mêran windakir. Civak jî li hemberê vê rewşe, bêedalet û bêwijdan e.”

'Pêdivî bi qanûnên jinan diparêzin heye’

Şêwirmenda Malbatê Reem Abdul Azîz a der barê tiştên jinan jiyîn de axivî, diyar dike ku jinên hevjîna xwe windakirine û ji hevjînê qûtbûne ji aliyê civakê ve rastî tacîz, tundiya devkî û fîzîkî tên û pêdiviya wan bi qanûnên ku jinên ji hevjinên xwe qûtbûne û hevjinê xwe winda dikin biparêzin heye. Reem Abdul Azîz, da zanîn nebûna qanûnên ku jinan diparêzin, wan dike metayek ku dê hemû kes dikarin xwe bigihînin. Reem Abdul Azîz, wiha axivî: "Jinan piştî ku ji hevjinên xwe qûtdibin an jî winda dikin, rastî tundiya fizîkî, zextên derûnî, hewldanên êrîşa zayendî û tacîzê tên. Em dibihîzin û dibînin ku gelek jin ji ber ev rewşên rastî tên, dawî li jiyana xwe tînin. Ji bo xurtkirina jin û civakê, divê navendên heyî rola bilindkirina hişmendiyê xurtir bikin. Xebatên hişmendî kirine dê bandorên neyînî yên jinên ku ji hevjinên xwe qûtbûnê û windakirine kêmtir bike.”