Nobeta Edaletê li 4 bajaran berdewam dike

Çalakiya Nobeta Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin, li Amed, Wan, Adana û Mersînê berdewam dike, çalakvanan carek din daxwaza xwe ya rakirina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kir.

Navenda Nûçeyan- Bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û ji pirsgirêka Kurd re çareserî, girtiyên siyasî li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin, bi armanca piştgiriya çalakiya grevên birçîbûnê li 4 bajaran nobeta Edaletê ya ku hat destpêkirin berdewam dike.

Wan

Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Wanê û malbatên girtiyan Nobeta Edaletê li avahiya rêxistina DBP’ê hatibû destpêkirin, di roja 6’an de berdewam dike. 

Rêveberên HEDEP û DBP'ê ya navçeya Artemêtê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û ÇEV-Der gelek kesan îro serdena çalakiyê kirin. Di çalakyê de dem bi dem dirûşma ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hat berzkirin.

Di çalakiyê de li ser navê malbatên girtiyan Sevat Bayhan axivî û diyar kir ku divê xwedî li çalakiyê greva birçîbûnê derbikevin û wiha got: “Em ji bo hemû kesan aştî û demokrasiyê dixwazin. Divê hemû Kurd li hemberî tiştên tên jiyîn rabin ser lingan. Ev bi salan e em di nava vî agirî de ne. Em dixwazin ev agire vemire.”

Mersîn

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ve li avahiya komeleyê hat destpêkirin jî didome. Rêveberên Rêxistina HEDEP'ê ya Mêrsînê, Dayikên Aştiyê û hin nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiya nobetê bûn. Hevserokê TUAY-DER'ê ya Çukurova Ergîn Altûntaş, bi bîr xist ku nêzî hezar girtiyên siyasî di çalakiyê de ne û banga xwedîderketina çalakiyê kir.

Edene

 Li Edeneyê jî parlamenterê HEDEP'ê Kamuran Tanhan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP, HEDEP û HDP'ê beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (ATUHAY-DER) berdewam dike bûn.

Amed

Çalakiya Nobetê ya îro jî li avahiya HEDEP'ê ya navçeya Rezana Amedê berdewam kir. Beşdarên çalakiyê, pêşmalkên bi Kurdî û Tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Endamên DBP, HEDEP, Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û Komeleya Jinan a Rosa, sardana çalakvanên nobetê kirin.