Mamoste Marîa Bozan: Destdirêjiya li ser zarokan qirkirina pêşerojê ye

Mamosteya Dibistana Amadeyî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê Marîa Bozan der barê binpêkirin û êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê got: “Destdirêjiya li ser zarokan tê wateya qetilkirina pêşerojê.”

BERJÎN KARA

Mexmûr- Ji dagirkirina herêma Efrîn ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên ên  girêdayî wê ji  18'ê Adara sala 2018'an ve kiryarên dij mirovî li beramberî hemwelatî, xweza, dîrok û axa Efrînê tên meşandin. Li ber çavên hemû cîhanê siyaseta qirkirin û talankirinê tê meşandin. Rojane jin û zarok ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve tên hedef girtin û destdirêjî lê wan tên kirin.

Ligel vê yekê jî demildest perwerdeya bi kurdî hat qedexekirin, navên cade, kuçe, qad û taxên bajêr ên bi kurdî hatin rakirin û kirin tirkî. Polîtîkayên asîmîlasyonê li bajêr hat kûrkirin. PDK û Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêşengiya wan polîtîkayên bişaftin, qirkirin û talankirinê kirin. Herî dawiyê jî ji hêla Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî ve li Efrînê di bin navê “Navenda Çand û Hunerê” de ji bo zarokan navendek hat vekirin. Navenda ku bi nepoxên sor û spî hat xemilandin û bi heman rengî jî cil li zarokan hat kirin.

Li gel vê jî di 1'ê Tîrmehê de çeteyên Koma “Hemzat” a li gundê Ciwêq ê Efrînê destdirêjî li zarokekê kir. Hem bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî destdirêjiya li zarok û jinan û hem jî vekirina navenda zarokan a Barzanî bû sedema bertekên Kurdistaniyan.

Mamosteya dibistana amedeyî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Marîa Bozan girêdayî mijarê ji ajansa mere axivî.

‘Stratejiya dewleta Tirk ya qirkirina Kurdan vala derket’

Marîa Bozan di despêka axaftina xwede qala armanca êrişên dewleta Tirk ya li hemberî Kurdan kir û got: “Dewleta Tirk stratejiya xwe ya li ser qirkirina Kurdan ku di sedsala Lozanê de li ser qetlîam, qirkirin, înkar kirin û asîmîle kirina kurdan dewleta xwe ava kir û bivî awayî xwest berdewam bike heya roja îro jî. Li hemberî Kurdan serhildanên ku rabuyîn ji bo Kurdan qetil bike û divê sedsalê de dît ku Kurdan li hemberî vana têkoşînek bê hempa meşand. Kurd gihiştin hêza ku bikaribin xwe biparêzin di aliyê nasname, çand û zimanê xwe de xwe gihandin heta astekî ku navneteweyî de gel bê nasîn. Ev stratejiya dewleta Tirk ya qirkirina Kurdan hinekî vala derket. Divê sedsala Lozanê de dixwaze vê stratejiya xwe berdewam bike. Bi taybet bi navê AKP-MHP dixwaze vê yeke pêşbixîne û dîsa qirkirinekî, asîmîle kirina Kurdan bide meşandin. Bi taybet piştî 2015’an û vir ve stratejiya xwe bi temamî ya li hember Kurdan veguherand. Bi hevkariya Kurdên xayîn xwest ku vê stratejiya xwe berdewam bike.”

‘Dixwazin Kurdan ji hebûn û rastiya wan durbixin’

Marîa Bozan bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk ya bi Hudaparê re û wiha got: “Vêya me di hilbijartinên vê dawî yê de baştir dibînin ku dewleta Tirk divê pêvajoyê de bi hevkariya Hudaparê dixwaze çete û kontragêrîla girêdayî xwe bike û stratejiya xwe li hember Kurdan bimeşînin. Ji ber ku di aliyê leşkerî de û êrişên li ser Kurdan de nekarî bike, dixwaze di aliyê îdeolojîk de pêşbixîne, bi destê Hudaparê bike û vê jî bi awayê bawerî ola Kurdan ya ku baweriya xwe pê tînin, ola Îslamî dixwazin vêna li ser Kurdan bandor bike. Dixwazin divê pêvajoyê de heta dibistan û perwerdeyên olî bên dayîn ku Kurdan ji rastiya xwe, ji hebûna xwe durbixînin û bivî awayî Kurdan asîmîle bikin, ji îdeolojiya heyî, têkoşîna ku hatî ava kirin durbixin û bi hevkariya PDK’ê jî vê yekê dikin.”

‘Armanc ji holê rakirina rêxistinên Kurdane’

Marîa, di nirxandinên xwe de diyar kir ku li kuderê dibe bila bibe gelê Kurd li rastî qirkirinê tê û got: “PDK jî dema em temaşe dikin dîroka wê jî bixwe li ser qetil kirin û asîmîle kirina Kurdan, ji holê rakirina rêxistinên Kurdane. Dema li Iranê temaşe dikin dibînin, rêxistin û tevgerên li wê derê hemu tasfiye kirin û berhemên wan kirin malê xwe. Li Başûrê Kurdistanê heman şêweyî rêxistinên li wê dere tasfiye kirin. Li Bakurê Kurdistanê heman şêweyî û li Rojava jî xwest bi deste YNK’ê vana bike. Li hemberî wê hêza gel ya li Rojava destûr neda ku van destkeftiyên Kurdan tune bikin.”

‘Bi zanabûn destdirêjî li zarokan dikin’

Marîa Bozan diyar kir ku bûyerên ku li Efrînê tê jiyîn ne li gor qanûnên mirovîne û got: “Bi hevkariya ENKS ya ku li wê derê û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagirkirin, îro em dibînin ku vê qirêjî û îxaneta xwe li Efrîn didin berdewam kirin. Jixwe ya ku Tirk û PDK’ê tîne gel  li ser înkar, qetilkirin û li ser bermayiyên Kurdan e. PDK û dewleta Tirk eynê tiştê dike. Li Efrînê qetlîamekî pir mezin hîna berdewam e. Li hemberî zarokan, xweza û dîrok qetlîamekî bê sînor tê meşandin. Destdirêjiya ku li hemberî zarokan,  tê wateya qetil kirina pêşerojê. Ji bo wê jî bi zanabûn van tiştan dikin, bi zanabûn destdirêjî li zarokan, çanda Kurdan û bi zanabûn xwezaya Kurdistanê tune dikin. Bi vê yeke dixwazin hebûn û nasnameya Kurdan winda bikin û li şuna wê ya xwe danin. Vê yekê jî bi hevkariya PDK’ê dikin.”

Marîa Bozan, vekirina kreşan a ji aliyê PDK'ê wiha nirxand: “PDK dibêje, me kreşên zarokan vekirin, van zarokan bi zimanê wan perwerde dikin, di rastî de bi mejiyê dewleta Tirk û faşîzma Tirkan ku dikeve xizmetê wan dikin.”

‘Dixwazin zarokan ji hebûna wan dur bixin û bixin bin xizmeta xwe de’

Bozan, da diyar kirin ku hikumeta PDK’ê dibin navê parastina hebûna gelê Kurd de hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re di veşêre û berdewam kir: “Lê dema em temaşe dikin herçiqas bi zimanê Kurdî di axivin, bi navê gelê Kurd di axivin jî lê di cewherê xwe de tiştekî ku bi navê Kurdan bê kirin tuneye. Dijberî wê îxaneta li hemberî gelê Kurd ya herî kûr vê sedsalê de ava dikin PDK û mala Barzaniye. Vê yeke vekirî û bi çav sorî li hemberî Kurdan dikin û xizmeta dewleta Tirk dikin. Di aliyê aborî de, menewî de ango çi ji destê wan tê dikin. Ji xwe ne bi destê wan ba dewleta Tirk ne dikarî bikeve Efrînê jî. Niha yek rêxistinekî Kurdan bi tu awayî nikare bikeve Efrînê, kesek welatparêz jî nikare li ser navê xwe alîkariyek bike, çawa PDK bi rehetî dikare kreşan veke. Ev yek ne bi daxwaz û hevkariya dewleta Tirk ba ne dikarîn. Dixwazin bi hevre qirkirina Kurdan li wir bidin meşandin. Bi taybet jî li ser zarokan, vê hişmendiya heyî di zarokan de bidin ava kirin. Ji çanda wê, ji nasname û hebûna wê durbixin û bivî awayî bixin bin xizmeta dijmin de.”

‘Nexweşek di asta giran de jî be PDK nahêle biçe derman bibe’

Marîa Bozan helwesta PDK’ê ya ku li wargeha Mexmûr ambargo dimeşîne lê li Efrînê jî navend ji bo zarokan vedike wiha nirxand: “Bi rêgirî û ambargoya wan ya li ser wargehê mirov rastiya wan baştir dibîne. Li Efrînê diçe hem alîkarî dike, hem rê vedike. Wargeha Mexmûr wargehekî ku bi rêxistina xweve, bi rêxistina azadiya Kurdistanê ve girêdayî ye, bi îdeolojî û felsefeya wê ve dilsozê PKK’ê ne. Dixwazin li ser nasnameya xwe hebûna xwe bidin berdewam kirin. Em wek wargeha penaberan a Mexmûrê rastiya PDK’ê ku ji sala 1994’an heya niha em baştir dizanin ku her cihê em diçûnê PDK bi hevkariya dewleta Tirk buye sedem ku me cihê xwe guhertiye. Êrişên li ser wargehê, qetil kirina mirovên me û her cihê ku em çûne xwestiye vê wargehê parçe bike û vale bike. Heya niha jî vê hişmendiya xwe û siyaseta xwe ya qirêj li hemberî wargehê dide meşandin. Heya yek zarokek yê wê derê nexweş bikeve di asta nexweşiyek giran de jî be nahêle biçe derman bibe.”

‘Bi taybet li beramberî gelê Kurd bêdeng dimînin’

Bozan, li beramberî van helwestên dewleta Tirk û hevkarên wî bêdengiya hêzên navneteweyî nirxand û got: “Tirsek Hêzên navnetewî li hemberî îdeolojiya PKK’ê, li hemberî îdeolojî û felsefeya Rêber APO ya ku dayî avakirin mezin heye. Ji bo wê jî gelên ku bi rêxistin, îdeolojî û fikra PKK’ê ya Rêber APO dayî avakirin ve girêdayî li hemberî wana kor û lalin. Bêdengin dengê xwe dernaxînin. Di heman demê de rêxistinên wan, yên ku girêdayî mafên mirov, zarok û jinan diparêzin mirov temaşe bike tenê ji bo beşekî derbasdare, ne ji bo giştiye û herçiqas bi navê NY ji bo giştî cîhanê be lê mirov dibîne di naverok û cewherê wê de tenê ji bo yên ku dixwazin ew maf derbasdarin. Bi taybet li hemberî Kurdan bêdeng dimînin û ji bo gelên din yên cîhanê de têkoşîn dikin jî heman şêweyî ye ango zêde alîkariyek nade.”

‘Divê herkes dengê xwe ji bo Efrînê bike yek’

Marîa Bozan di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir ku li beramberî van êrişan bibin yek û got: “Hinek kes û karên ku dilsozê vê rêxistinê ne, dixwazin bi Kurdan re bibin alîkar. Hinek rêxistin û saziyên din hene dikarin bi hev re dengê xwe ji bo Efrînê bikin yek û bikaribin vê pêvajoya ku Efrîn jiyan dike, ev qetlîama ku li Efrîn tê jiyan kirin derbas bike. Bi heman şêweyî rêxistinên Kurdan yên xêrxwazên Kurdan bi hevre bikaribin dengekî xurttir û bilindtir li cîhanê bidin avakirin û bi vî awayî ev qetlîama ku dewleta Tirk ku li Efrînê tê kirin bidin sekinandin.”