Şêniyê Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê 11’emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin.

Mexmûr- Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 11’emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê şahiyek hat li darxistin û di şahiyê de banga xwedî derketina sîstema netewa demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat kirin. Şahî li parqa Şehîd Aryen Cudî bi deqeyek rêzgirtin hat despê kirin. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava li mîmarê azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Di Rojavayê Kurdistanê de berî 11 salan ked û fikra ku Rêber APO 20 salan li Rojavayê Kurdistanê li zeviyên wê tovê ku rijandî ku li ser her bostekî xaka Rojavayê Kurdistanê şîn bû. Berhemê wê bi YPG û YPJ’ê bi şerê gelê şoreşgerî, û di pêşengtiya jinê de hatiye pêkanîn. Divê oxirê de bi deh hezaran şehîd û gazî hatin dayîn. Lê em baş dizanin ku tu azadî û destkeftî bê bedel nayên bi dest xistin.”

‘Dixwazin şoreşa Rojava û jinê bi tepisînin’

Fîlîz Budak diyar kir ku tenê bi projeya Netewa Demokratîk çareserkirina pirsgirêkan pêkane û wiha gotinê xwe domand: “Li beramberî şovenîzm û nîjadperestiya dewletê, Rêber APO projeya Netewa Demokratîk danî holê û got ku li ser heman xakê, baweriyên cuda, zimanên cuda û çandên cuda dikarin dinava aştî û aramiyê de bi hevre jiyan bikin. Ev yek di şoreşa Rojava de bi awayek şênber pergala ku hatî ava kirin bi goşt û hestî bûye. Ji ber wê ye ne tenê dewleta Tirk, Iraq, Îran û Sûriyê hemu hêzên ku bûne bingehê pergala netew-dewletê êrişî destkeftiyên gelê Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê dikin û dixwazin şoreşa Rojava, şoreşa jinê û ya gelan bi tepisînin.”

‘Hêz û hevgirtina gel dikare dagirkeriyê hilweşîne’

Budak, bal kişand ser girîngiya hevgirtina gel û dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku ev şoreş bigihije serkeftinê pêwîste li tevayî cîhanê taybet di Kurdistan û Rojhilat Navîn de ya ku were pêkanîn yekîtiya gelan e. Yê ku bikare dagirkeran hilweşîne hêz û hevgirtina gelan e. Ji ber wê ye îro ewqasî êrişî fikrê Rêber APO yê pergala Netewa Demokratîk dike. Şoreşa Rojava li ser xeta jina azad, li ser xeta bi hevrebûna gelan hatiye ava kirin. Bi berdewam kirina vê şoreşê emê bikarin bivê yekê deynê xwe yê li beramberî şehîdan bidin, em bikarin xeta rizgariya jin ya ku Rêber APO daniyî bigihinîn serkeftinê.”

Şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.