Li Hindistanê dîmenên destdirêjiya komî derketin holê

Li Hindistana ku her 15 deqîqeyan carekê jinek rastî destdirêjiyê tê, dîmenên destdirêjiya komî li ser du jinan derketin. Dîmen ku li welat bû sedema nerazîbûnan, polîsan ragihand ku kesek hatiye binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Hindistanê li ser medyaya dijîtal dîmenên destdirêjiya komî li ser du jinan hatin parvekirin. Belavbûna bilez a wêneyan li welêt bû sedema nerazîbûnê.

Polîsan ragihand ku di 4'ê Gulanê de li eyaleta Manîpurê êrîşa destdirêjiyê li jinan pêk hatiye. Polîs û hikûmeta Federal, ku piştî ku dîmen belav bû, neçar ma daxuyaniyek bide, ji hemî şîrketên medyaya dîjîtal xwest ku vîdyoyê ji platformên xwe jêbirin. Polîsê Hindistanê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna der barê bûyerê de heta niha kesek hatiye binçavkirin.

Bûyerên destavêtina komî

Bi eşkerekirina êrîşê re, Foruma Serokên Eşîrên Xwecihî (ITLF) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku li gundekî navçeya Kangpokpi, zilm li jinên ji eşîra Kuki-Zo hatiye kirin. ITLF'ê diyar kir ku jin jî rastî destdirêjiya komî hatine û got ku bûyer piştî gund hatiye şewitandin û 2 mêrên ku yek navsere û yê din jî ciwan in ji aliyê girseyê ve bi lêdanê hatine kuştin.

Serokwezîr axivî

Ji aliyek din ve serokwezîr Narendra Modi, tenê bi gotina: "Bûyer Hindistanê da şermê" sînordar ma. Di meha Gulanê de di navbera civakên Meitei û Kuki de li eyaleta Manipurê, li bakurê rojhilatê welêt ji dema ku pevçûnên dest pê kir herî kêm 130 kes hatine kuştin û 60 hezar kes jî koçber bûne. Serokwezîrê ku ji destpêka şer û vir ve li hemberî vê yekê bêdeng ma, di daxuyaniya xwe ya ewil de got: "Ez ji gelê me re piştrast dikim ku hiqûq wê bi hemû hêza xwe berdewam bike. Tişta ku hat serê jinên Manîpûrê tu carî nayê efûkirin."

Her 15 deqeyan 1  agahî tê

Li Hindistanê her sal bi hezaran bûyerên destdirêjiyê têne ragihandin. Hêjayî gotinê ye ku ev bi taybetî bûyerên destdirêjiya komî ne. Li gorî daneyên polîsan, li welat her sal nêzî 40 hezar bûyerên destdirêjî pêk tên. Li welat her 15 deqê carekê agahiya destdirêjiyê tê.