‘Berdêl çi dibe bila bibe em dest ji destkeftiyên xwe bernadin’

Derhênera sînameyê ya Tunusê Salma Bakkar da zanîn ku wê jin dest jî têkoşîna xwe a bi salan ku destkeftiyên giring bi dest xistine bernadin û got: “Berdêlê wê çi dibe bila bibe, em rê nadin destkeftiyên me ji destê me werin derxistin.”

 ZOUHOUR MECHERGUI

Tunus- Tunus li gor welatên herêmê yek ji wan welatên herî kevin û xwedî tevgera jinê ya herî bi bandor e. Di zagona bingehîn ya Tunusê de jinan ji bo zagona ‘Rêgezên wekheviyê’ bi dest bixin têkoşînek mezin dan. Bi vê rêgezê jinan mafê di qada tib û endezyariyê de kar bikin girt. Têkoşîna Feministan heta 1956’an tevgerek ya kolana bû, piştî sala 1956’an bi girtina pêkanîna rêk û pêkiya biryaran bû komele.  Herçendî ku ev rewş tevgera jinan pasîvîze bike jî di sala 2011’an de pêvajoya ku weke ‘bihara Ereban’ tê binav kirin, bi pêşengtiya jinan cardin kete tevgerê.

Jinên ku li welatên Rojhilata Navîn û ji bo gel pêvajoya nehatina biharê, têkoşîna ku jinan bi salan dayî û mafê bi dest xistin de, zagon jî xistin metirsiyê. Li Tunusê zagona ku weke Statuya Şexsî ya Tunus tê pênasekirin  bi rêgeza wekheviyê ve giradeye nayê pêkanîn. Derhênera Sînemaya Salma Bakkar da zanîn ku dest ji zagon û mafên bi destxistinê bernadin û got: “Em amadene berdêla wê bidin.”

‘Em rê nadin destkeftiyên me ji destê me werin derxistin’

Salma Bakkar destnîşan kir ku derxistinas zagonê bi tena serê xwe têrê nake û ji bo zagona statuya şexsî were pêkanîn divê zext were avakirin û wiha got:

“Zagona statuya şexsî ne tenê ji bo jinên Tunusê, ji bo jinên li herêmê di mijara daxwaza maf de destkeftiyeke. Danîna zagonê bi serê xwe têrê nake. Hişyarkirina civakê û pêkanîna zagonan giring e. Têkoşîna jinê bi salane destkeftiyên giring li Tunus bi dest xistine. Ji bo me berdêlên wê çi dibe bila bibe em rê nadin destkeftiyên me ji destê me werin girtin.”