Çalakvana Îranî Leyla Ziafer hat girtin

Mamosteya Îranî û çalakvana mafên mirovan Leyla Ziafer ji ber daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dijîtal a piştgiriya serhildanê hate girtiye.

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê polîsên ‘exlaqî‘ ve serhildanên jinan ku bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kiribûn, bi bêîteatiya sivîl û xwepêşandanên kolanan berdewam dikin. Hikûmeta Îranê bi polîtîkayên girtin, cezakirin, kuştin, îdamkirin û jehrîkirina xwendekarên keç hewl dide serhildanan bitepisîne.

Herî dawî di 18’ê Tîrmehê de mamosteya Îranî Leyla Ziafer piştî parvekirina hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hat girtin. Polîsên Îranê avêtin ser mala xwişka wê û dest danîn ser tiştên teknîkî yên Leyla Ziyafer.

Daxuyaniya ku bû sedema girtina Leyla Ziyafer wiha ye: "Em nikarin ji rêya ku çûye paş ve bizivirin, ji bo rakirina vê perde û esaretê me şehîd dane, em ê nehêlin xwîna şehîdên me were pelixandin."

Leyla Ziafer berê bernameyeke radyoyê amade kiriye û pêşkêş kiriye. Piştî protestoyên ku di sala 2018’an de dest pê kirin, karê xwe yê radyoyê bi dawî kir.