Li Îranê ji bo rawestandina helwestan daxuyaniyek nû

Li Îranê polîsên exlaqî carek din dest bi dewriyeyê kir. Bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku kar û barê binçavkirinê nakin tênê wê hîşyarî bidin, tê payîn ev daxuyanî ji bo helwestan bidin rawestandin hatiye dayîn.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê serhildana piştî qetilkirina Jina Emînî destpêkir, di encama serhildanê de ‘polîsên exlaqî’ xebatên xwe dabû sekinandin, cardin dest bi dewriyeyê kirin. Der barê vê pêkanîna ku ji aliyê civakê ve rastî helwestan hat de Endamê Komîsyona Polîtakayên Derve û Meclîsa Ewlehiya Navnetewî ya Îranê Yakub Rizazade daxuyaniyek da.

Yakub Tizazade ji ajansa Nûçeyan xwendekarên Îranê ISNA re axivî. Endamê komisyonê eşkere kir ku wê tenê ‘polîsên exlaqî’ hişayerî bidin, wê kesê binçav nekin. Yakub Rizazade di heman demê de der barê civîna di navbera  Komîsyona Polîtakayên Derve û Meclîsa Ewlehiya Navnetewî ya Îranê û rayedarên emniyetê de  ev zanyarî parvekir û got: “Ev civîn, li ser rexne û giliyên hinek parlementeran der barê binpêkirina hicabê de heta li darxistin.”

‘Wê tenê ji bo hişyarkirinê were karanîn’

Yakub Rizazade der barê pêkanîan ‘polîsên exlaqî’ derbarê easê hicaba ferzkirî de ev tişt got:

“Li gora îzahata hatî kirin, divê li dijî binpêkirina hicaba ferzkirî yekineyên çandî rola ku dikeve ser milê wan bilîze. Ji ber vê yekê dewriyeyên polîsan wê êdî neweke berê be. Wê bibe dewriyeya hişyariyê, wê kesê nekin bin avan de. Polîsên ku li kolanan hatine bi cih kirin ji bo hişyariyê hatine bi cih kirin. Ji ber ji niha û şunde wê giranî were dayîna li ser xebatên çandî.”

Li Îranê di Îlona bûrî de Jina Eminî piştî ku ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hate binçavkirin û hate qetilkirin, li seranserî welat serhildan destpê kir. Di dema çalakiyan de hinek jinan wêneyên xwe ên bê hîcab kêşand û li ser medyaya dijîtal parvekirin û li cihên giştî bê hîcab geriyan. Li Îranê li ser daxwaza muhafazakarên alîgirê dewleta Îranê cardin dewriye destpê kir. Her çendî weke hişyarî ketibe nav daxuyaniyan de jî, tê zanîn ku zagonek ku girtinan digre nave xwe hatiye derxistin. Tê payîn ku daxuyaniya Komîsyona Polîtakayên Derve û Meclîsa Ewlehiya Navnetewî ya Îranê ji bo helwesta gel bide rawestandin hatiye dayîn.