Catiriyên ku ji çiyayan bi destên jinan tên komkirin, tam dide xwarinan

Jinên ku bi catirên çiyayî yên ji navçeya Farqînê ya Amedê komdikin xwarinan bitam dikin, çay û rûnê wê jî ji bo tedawiya nexweşiyan bikartînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Jinên ku bi mehên biharê re diçin komkirina gîhayan, giyayên ku ji çiyayan berhev dikin hişk dikin û di xwarinan de wek çavkaniya şîfayê bi kar tînin û hem jî bifotinê dahata aboriya malê misoger dike. Jinên li Gundê Eskîocak ê navçeya Farqînê ya Amedê dijîn jî ji biharê vir ve li gorî demsalê giyayan ji çiyayan tînin ser sifreyan. Catira ku havînê jî şîn dibe, vê demê di nava giyayên ku herî zêde tên berhevkirin de ye. Catira ku 6 salan emrê heye û zêdetirî 200 cureyên wê hene, tê zanîn ku ji êşa regilê bigire heta iltîhaba diranan ji gelek xweşiyan re çavkaniya şifayê ye.

Jinên ku bi catirên kom dikin re xwarinan bitam dikin, çay rûna wê jî ji bo tedawiya nexweşiyan bikar tînin. Jinên ku li Gundê Eskîocakê dijîn, da zanîn ku komkirina catirê ji bo wan veguheriyê kevneşopiyek û diyar kirin catira bihev re komdikin bi hemû şêniyên gund re parve dikin.

‘Catira ku bi hev ra komdikin parve dikin'

Ji niştecihên gund Seyran Beyazît a da zanîn ku catira ku li çiyayên gund şîn dibe, bi hevra dixebitin û komdikin, diyar kir catir bi tam û bêhna xwe xwarinan bitam dike û ji gelek nexweşiyan re jî şifa ye. Seyran Beyazît wiha axivî: “Em jinên gund komdibin û bi hev re diçin catire berhev dikin. Ji temena ku ez xwe nas dikim ez vî karî dikim. Komkirina catir karekî westiyayî ye, lê hêja westandina me ye. Catir hem pir xweş bêhn dide û hem jî dema em hişk dikin di hemû tiştan da bikartînin. Em davêjin nava hemû xwarinan, ji xeynî vê ji ber ku ji gelek nexweşiyan re şîfa ye, em diqelînin û ava wê vedixwin. Dîsa ger pêdiviya kesekî hebe, em bi hev ra parve dikin.”

Bi salan e catir komdike

Nefîse Yatar, da zanîn catira ku komdikin li derva bi bihayekî pir giran tê firotin û diyar kir bêhna ku dema catir komdikin di destên wan de dimîne pir watedar e. Nefîse Yatar wiha got: “Em bi salan e vê catirê bi vî awayî kom dikin. Em bi girtina çente an jî stilan li çiyayên gund catir kom dikin. Dema em komdikin jî, bi destên xwe yên tazî kom dikin. Hemû jinên gund ve yekê dikin. Em catira ku kom dikin hem di xwarinê de, hem ji bo bêhnê bide malê û hem jî di hemû nexweşiyan de bikar tînin. Kesên ku dikuxe yan jî diêşe vê catire bikelîne û ava wê vedixe, tiştekî wî/wê namîne.”

'Ev veguherî kevneşopiyek’

Nefîse Yatar, diyar kir komkirina catire wek karek nakin, wek kevneşopî dibînin û wiha got: “Piştî komkirine em didin kesên ku daxwaz dikin. Ango hem em û hem jî kesên derdor ji vê catire sûd werdigirin. Her sal bê îstîsna derdikeve. Em jî ji bo vala neçe her sal kom dikin. Berê me qelebalixek zêde kom dikir, niha hejmara me kêm bûye, kesên din vê catire dikirin, em bi destên xwe berhev dikin. Catir jî têra hemû zivistanê dike.”