Li Zelandaya Nû beriya Kupa Cîhanî a Jinan êrîşa çekdarî pêkhat

Beriya ku Kupa cîhanî a jinan FIFA destpêkê bike li navenda bajarê Auckland ya Zelendaya Nû, êrîşek çekdarî pêkhat, di êrîşê de dû kesan jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li navenda bajarê Auckland yê Zelendaya Nû beriya ku Kupa cîhanî a jinan FIFA destpêkê bike êrîşek çekdarî pêkhat. 

Hat diyarkirin ku êrîşa çekdarî li şantiyek ya navenda bajar pêkhatiye, di bûyerê de polîs jî di nav de 6 kes birindar bûn, li gel êrîşkar dû kesan jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşî garantî da

Di daxuyaniya serok Chris Hipkins dayî de îfadekir ku ev êrîş ne êrîşeke terorîstiye û da zanîn ku wê turnuva weke ku hatî plankirin destpê bike. Serok di heman demê de diyarkir ku li pişt vê êrîşê tu motivasyonek îdeolojîk nîne, û garantiya ku tu metirsiyek nîne da.

Serokê Şaredariyê Wayne Brown jî destnîşan kir ku hemû personelên FIFA û timên Futbolê di ewlehiyê dene.

Wê maça vekirinê ya Kupaya Cîhanî a jinan FIFA li gora saeta Tirkiye 10:00’an  bi lîstoka di navbera Zelendaya Nû û Norveç de destpê bike.