Li Dihokê jinek hate qetilkirin

Li bajarê Dihokê şeva borî jinek bi çekê hate qetilkirin. kiryar hîn nehatiya girtin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Dihokê ya herêma Kurdistanê li taxa Zanko şeve din jinek bi çekê hate qetilkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Muduryeta Polîsên Dihokê ve hate dayîn, jina hatî qetilkirin 32 saliye û dayika 3 zarokane, dan zanîn ku hîna kiryar nehtiye girtin û der barê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin. 

Li herêma Federe a Kurdistanê ji ber zagonên ku mêr diparêze, tundîtûjiya beramberî jinê her roja ku diçe zêde dibe. Li gor bîlançoya Rêxistina Alîkariya Yasayî ya Jinan li Herêma Kurdistanê, di sala 2021’ê de 13 hezar û 584, di sala 2022’yan de 15 hezar û 897 bûyerên tundîtûjiya beramberî jinê hatine qeydkirin.