Dorpêça li ser Şehbayê dibe sedemên felaketên jiyanî

Rewşa koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber dorpêça Hikumeta Şamê û êrîşên dewleta tirk herku diçe xetertir dibe û herêm ber bi felaketek mezin ve diçe.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji sala 2018'an ve û heta niha koçberên Efrînê li kantona Şehbayê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dikin. Ji ber dorpêça hikumeta Şamê û êrîşên dewleta tirk rewşa wan herku diçe xetertir dibe.  Her wiha hikumeta Şamê rê nade pêdîviyên bimgehîn ên jiyanî derbasî herêmê bibe bi taybet bi hatina demsala havîn û germahiya zêde pêwîstiya gel bi elaktrîkê heye lê belê mazot nayê peydakirin. Rojê tenê 3 saet kehrebe heye. Der barê vê rewşa xirab ya heyî de, Rêvebera komîteya jin a Desteya Şaredariyê Efrîn-Şehba û jinên Efrînê ji ajansa mere axivîn.

‘Dorpêç xeteriyên mezin bi xwe re ava dike’

Rêvebera komîteya jin a Desteya Şaredariyê Efrîn-Şehba Nisrîn Cawîş der barê rewşa xirab a herêmê de wiha got: “Herêm di nava astengiyên jiyanî de derbas dibe li aliyekê êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ya bê navber, li aliyê din  jî dorpêça hikumeta Şamê a li ser Şehbayê ferz kiriye. Pêdîviyên jiyanê û amûrên bingehîn weke mazot nahêle derbas bibin û milet pêwîstiyên xwe pêk bînin. Em niha di demsala havînê de ne û germahî jî zêde dibe, pêwîstiya vi gelî bi elektrîkê heye lê ji ber dorpêça ser me em nikarin pêdîviyên gel tam bi cih bînin. Bi taybet jiyana di wargehan de zortir e. Zarok û kesên temen mezin nikarin di vê germahiyê de bijîn û nexweşiyên wan jî zêde dibe. Tunebûna mazotê bandorê li ser av, elektrîk û jiyanê dike. Ji ber vê dorpêçê nirxê sebze û pêwîstiyên jiyanî jî buha bûne. Ruxmî van astengî û zehmetiyên ku tên jiyankirin, ev gele têkoşîna xwe berdewam dike.”

‘Berxwedana me nayê çewsandin’

Fatimê Osman a ku ji ji ber dergirkeriya dewleta tirk neçar mayê berê xwe daye Şehbayê wiha behsa rewşa xwe di koçberiyê dike: “Ne bese em koçber bûne, hîna jî li ser me dorpêç û êrîş  ne ranawestaye. Rewşa gelê di nava kampan de ji ber germahî û nebûna pêdiviyên jiyanî  her ku diçe xetertir dibe. Zarokên me ji ber germahiya zêde nexweş dibin û ji ber dorpêçê derman nîne bên tedawîkirin. Dixwazin bi van êrîşan berxwedana me li Şehbayê biçewsînin. Em jinên Efrînê heya kêliya dawiyê emê li berxwe bidin û teslîmkariyê tu carî qebûl nekin.”

‘Mafê koçberan li ku derê ye’

Heyat Yûsif  a ku ji bajarê Efrînê ye bal kişand ser dorpêça hikumeta Şamê ser Şehbayê û tunebûna pêdîviyên jiyanî û got: “Ji destpêka koçberiya me ve dorpêça hikumeta Şamê ser me hatiye ferzkirin. Lê di vê demên dawî de ev dorpêç zêdetir bûye bi taybet bi hatina havînê re em gelek astengî û zehmetiyan dikşînin. Zarok di bin konan de nexweş dibin, ji ber germ e û elektrîk tune ye. ji ber dorpêça heyî û nebûna pêwîstiyên tendirûstiyê li herêmê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Kehrebe tenê rojê 3 saetan tê. Tu kes çavên xwe li ser vê dorpêçê venakin û ji bo mafê koçberan bang nakin hemû kes li dijî vê yekê bêdeng e. Ma mafê koçberan li kuye.”