Malbat Şenyaşar dê çalakiya Nobeta Edalatê bibin Enqereyê

Malbata Şenyaşar ragihand ku wan li ser neberdana Fadil Şenyaşar biryar girtiye ku dê çalakiya Nobeta Edaletê bibin Enqereyê.

Navenda Nûçeyan- Di 2’emîn danişîna der barê êrîşa li dijî malbata Şenyaşar a li Rihayê pêkhat de hat vekirin de, Fadil Şenyaşar ê 5 sal in di hucreya yek kesî de li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin, nehat berdan.

Gelek parêzerên endam û rêveberên OHD’ê yên şaxên Riha û Dîlokê, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar, Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û nûnerên baroyên herêmê beşdarî danişînê bûn.

Xizmên malbatên Yildiz û Şîmşek ku tev li danişînê bûn hewl dan êrişî Emîne Şenyaşar bikin. Leşker ketin navberê û bûn asteng.

Parêzerên malbata Şenyaşar, parêzerên aliyê ku qetlîamê pêk anîn di danişînê de amade bûn. Fadil Şenyaşar ku 5 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de girtî ye, bersûcên girtî Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz ên li Xarpêtê girtî ne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hatin kirin.

Şenyaşar daxwaza berdana xwe kir

Piştî tespîta nasnameya serokê dadgehê diyar kir ku tayîna wî derketiye û gengaz e ku şandeya dadgehê biguhere û ew dest ji beyanên şahidan berdidin û şandeya bê dê dîsa li şahidan guhdar bike. Danişînê bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin berdewam kir. Parêzerên ji Baroya Agiriyê xwestin daxilî dosyeyê bibin. Şandeya dadgehê daxwaziya Baroya Agiriyê red kir. Fadil Şenyaşar li dijî mutalayê axivî û wiha got: “5 sal in ez girtî me. Ez sûcdariyan qebûl nakim. Ez li ser derew û îftirayan li vir girtî me. Ez tu tawanbariyan qebûl nakim. Sîleh li holê nîne lê ez girtî me. Heke sîleh bê dîtin dê derkeve holê ku ne min gule berda ye. Ji ber ku ne min sûc kiriye sîlehê vedişêrin. Ez parastinên xwe yên berê dubare dikim û dixwazim negirtî bêm darizandin.”

Hat xwestin Emîne Şenyaşar ji eywana danişînê bê derxistin

Bersûcên girtî Enver Yildiz, Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî sûcdariyan red kirin û xwestin bên berdan. Bersûcan ferdên Malbata Şenyaşar wek “terorîst” pênase kirin. Emîn Şenyaşar nerazîbûn nîşanî vê pênaseyê da û wiha got: “Hem zarokên min qetil kirin hem jî ji me re dibêjin terorîst. Terorîst hûn in, hûn li nexweşxaneyê mirovan qetil dikin. Lawê min bi neheqî hatiye girtin.” Şandeya dadgehê biryar da ku Emîne Şenyaşar ji eywana danişînê bê derxistin. Parêzerên malbatê nerazîbûn nîşanî biryarê dan û destûr nedan ku Emîne Şenyaşar derxin derve.

‘Sûcek li dijî mirovahiyê qewimî’

Piştre parlamenter Ferît Şenyaşar axivî û wiha got: “Hê nobeda me didomiya 8 parêzer guherîn. Piştî çar salan ev doz hat vekirin û li Meletiyê ye. Heke dayika min tênekoşiya belkî doz jî venebûya. Li nexweşxaneyê qetlîam hat kirin. 5 sal şûn ve dîmenên lêkolîna cihê bûyerê gihîştin ber destê me. Wezîrê Dadê digot, ‘edaleta derengmayî ne tu edalet e’. Li nexweşxaneyê wezîr, walî û qeymeqam hebûn. Qetlîam hat kirin. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz dest û linge xwe dihejîne û ji nexweşxaneyê derdikeve. Parêzbendiya wî qediya. Divê bê girtin. Em dixwazin li midûrê emniyetê ku şahide bûyerê ye were guhdarîkirijn. Me bi waliyê berê Abdullah Erîn re hevdîtin kir. Ji me re got ku dîmen di arşîva dewletê de heye. Sûcek li dijî mirovahiyê qewimî. Tu rêxistina terorê li nexweşxaneyê li ser sedyeyê mirov qetil nekirine. 5 sal in birayê min bi awayekî neheq girtîye Em dixwazin were beraetkirin.”

Biryara berdanê nehat dayîn

Parêzera Malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û destnîşan kir ku polîsên mudaxileyî qetlîamê nekirine bersûc in û xwest Fadil Şenyaşar bê berdan. Parêzerê malbatên Yildiz û Şîmşek, Bunyamîn Çelîk, heqaret li Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parêzerên Malbata Şenyaşar kir. Şandeya dadgehê ragihand heke ku heqaretan bidomîne dê Çelîk ji eywanê derxe. Piştî navberê şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û da zanîn ku ew ê guhdariya li Wezîrê Çandiniyê û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakibaba yê wê demê di danişîna bê de binirxîne. Şandeyê biryar da ku dibe Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bi “gumana sûcê bihêz”, Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî bi hinceta “komnekirina delîlan” berdana wan red kir û xwest girtî bên darizandin. Şandeya dadgehê danişînek din taloqî 6’ê Cotmehê kir.

Nobet dê li Enqereyê berdewam bike

Piştî biryarê malbatê daxuyanî da. Ji parêzerên malbatê Bulent Dûran axivî û wiha got: “Dayika Emîne bi têkoşîna xwe ya edaletê peyamê dide Tirkiyeyê; dibejê ‘ger li welatekî qanûn hebe, divê hemû kesê biparêze.’ Daxwaza me ya edaletê ji bo hemû kesê ye. Mafê jiyanê ya tu kesî ne ewle ye. Divê hemû erkên xwe bi cih bîne. Em ê ji herderê daxwaza edaletê bînin li ser ziman. Divê hemû kes piştgiriyê bide dayika Emîne û deng bide têkoşîna wê.”

Piştî daxuyaniyê Ferît Şenyaşar ji Ajansa Mezopotamya re axivî û ragihand ku birayê wî Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan û li ser vê neberdanê biryar girtine ku dê çalakiya Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê bi dawî kirin, dê bibin ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Ferît Şenyaşar got ew ê li Enqereyê çalakiya xwe bidomînin.