Li zaningeha Meşhed Fîrdewsi cudakariya zayendparêzî tê kirin

Cihên vekirî yên li kampusa zanîngeha Meşhed Fîrdewsî û Fakulteya Îlahiyatê ji bo xwendekarên jin û mêr hatine veqetandin. Kesên ku li gorî vê rêgezê tevnegerin, bi desteserkirina qertên wan ên xwendekariyê re rû bi rû dimînin.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Yekîtiya Xwendekarên Îranê ragihand ku qada vekirî ya li ber kampûsa Zanîngeha Fîrdewsî ya Meşhed a Îranê û Fakulteya Îlahiyatê bi awayekî zayendparêz ji bo xwendekarên jin û mêr hatiye veqetandin.

Meclîsê diyar kir ku li derve ji bo jin û mêran cih, mase û kursiyên cuda hatine amadekirin û xwendekar li dijî vê biryarê derketin, her wiha hat parvekirin ku rayedarên zanîngehê ev pêkanîn li gorî 'rêbazên exlaqî û şerîetê' kirine.