‘Li Xezayê her roj bi sedan zarok tên kuştin û birîndar dibin’

Dîraktorê Bicihanînê yê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russell diyar kir ku li Xezayê her roj zêdeyî 420 kes tên kuştin û birîndar dibin û got: “Divê ev hejmar dilê me bihejîne.”

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsrîlê yên li dijî Xezayê ku sivîlan dike hedef berdewam dikin. Li ser daxwazên konseya ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Emîrtiyên Ereban (BAE) der barê qeyrana mirovî ya li ser Xezayê de civîna lezgîn li dar xist.

‘Trajediya mirovî didome’

Komîserê giştî yê ajansa alîkariya koçberên Filistînê ya NY (UNRWA) Philippe Lazzerînî di civînê de axivî û diyar kir ku hilweşîna li Xezayê wisa ye ku heta niha tiştek wisa nehatiye dîtin, trajediya mirovî ya wisa heye ku mirov nikare xwe li ber ragire. Philippe Lazzarinî da zanîn ku rayederên Îsraîlê hişyar kirine ku nivê nufusa Xezaya Bakur vala bikin lê belê li ruxmê vê hejmarek zêde ya Filistîniyên ku li cihan digeriyan hatin kuştin.

Ji sedî 70’ê kesên ku hatin kuştin jin û zarok in’

 Philippe Lazzarinî, diyar kir ku hejmara sivîlên hatine kuştin ji sedî 70’ê wê jin û zarok in û got: “Li Xezayê di nava sê hefteyan de nêzî 3 hezar û 200 zarok hatine kuştin.” Philippe Lazzarinî, bi bîr xist ku ev bîlanço ji sala 2019’an ve heta niha li herêmên şer ên cîhanê hejmara salane ye kuştina zarokan derbas kiriye, rewşa mirovî ya tirsnak a li Xezayê bi hezaran mirovan bê hêvî hiştiye.

‘Her roj zarok tên kuştin’

Dîrektorê bicihanînê a Fona alîkariya zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNICEF) Catherine Russell diyar kir ku ji qeyrana mirovî ya li Xezayê herî zêde zarok bi bandor dibin û got: “Li Xezayê her roj zêdeyî 420 zarok tên kuştin yan jî birîndar dibin. Divê ev hejmar dilê me hemûyan bihejîne.” Catherine Russell, da zanîn ku li Xezayê 21 nexweşxane di nav de ji ber êrîşên li dijî 34 cihên tendirustiyê, 12 ji wan êdî nikarin xizmetê bidin.

‘Zarok travmayên ku dê heta dawî bidomin dijîn’

Catherine Russell destnîşan kir ku hem li Îsraîlê hem jî li Filistînê zarok travmayên ku heta dawiyê bimînin dijîn û got: “Ji bo em xwe bigihîjînin zarokên ku pêwîstî pê heye, çi ji destên me tê em dikin. Lê belê Xeza jî di nav de êdî gihandina alîkariyan gelek zehmet bûye.”