Li Xezayê 17 hezar zarok bêxwedî mane

Êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha bênavber berdewam dikin. UNICEF’ê eşkere kir ku li Xezayê 17 hezar zarok bêxwedî mane.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên herî dawî yên Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 27 hezar û 19. Hejmara giştî ya birîndaran weke 66 hezar û 139 ketiye qeydan. Zêdeyî 30 hezar kesên ku xwe spartine nexweşxaneyên li herêmê ji av, xwarin, şîrê zarokan û dermanan bêpar in.

Hêzên Îsraîlê di saetên şevê de êrîşî nexweşxaneya Emel a li bajarê Xan Yûnisê kirin. Di êrîşê de sê kesên ku xwe sipartibûn nexweşxaneyê û xebatkarek hatin qetilkirin. Xaça Sor a Filistînê ragihand ku hêzên Îsraîlê ji dema ku tesîs dorpêç kirine ve heta niha sê jê personel, 43 kes hatine kuştin, 153 kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeyên ji herêmê tên, artêşa Îsraîlê li herêma Zawayda ya li beşên navîn ên Zîvala Xezayê sîvalan hedef girt. Di êrîşan de zarok jî di nav de gelek kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne birin Nexweşxaneya Şehîd El-Eqsa.

Zarok bêxwedî man

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF'ê jî ragihand ku li Xezayê 17 hezar zarok bêxwedî mane. UNICEF’ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kêmasiya xwarin, av û stargehan a li Xezayê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber van kêmasiyan tenduristiya ruhî ya zarokan xerab bûye û her zarok xwedî çîrokek dilşewat e.