Li Senegalê keştî noqî avê bû: 14 penaberan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku li peravên Dakara paytexta Senegalê di encama keştiya masîgiran a ku penaber hildigirt noqî avê bû, herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li peravên Dakara paytexta welatê rojavayê Afrîka Senegalê keştiyek masîgiran ku penaberan hilgirt, noqî avê bû. Alîkarê Şaredarê navçeya Ouakamê Samba Kandjî yê têkildarî bûyerê daxuyanî da çapemeniya herêmê, diyar kir ku herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Samba Kandjî, diyar kir ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe berdewam dikin, da zanîn ku dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.

Di 6 mehan de 951 penaberan jiyana xwe ji dest dan

Di pêvajoya dawî de koçberiya bi rêya deryayan ji Senegalê ber bi Ewropayê zêde bûye. Ji bo ku ji deryaya Dakarê bigihîjin Giravên Kanarya, pêwîste di nav deryaya vekirî de bi navînî 938 mîlên deryayî (1700 kîlometre) derbas bikî. Ji peravên Senegalê bigihîje giravan, girêdayî xala derketinê 4 heta 7 rojan didome. Li gorî rêxistina sîvîl a Îspanyayê Caminando Fronteras (Sînorên Dimeşîn), di nîvê ewil ê sala 2023’an de 778 jê penaberên ku ji bo biçin  Giravên Kanarya ji peravên Afrîkayê ber bi Ewropayê diçin, giştî 951 penaber di behrê de jiyana xwe ji dest dan.