Li Helebçe jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

Li Helebçe jinek bi awayek guman ji serbanê mala xwe ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li herêma Kurdistanê herçendê der barê parastina mafê jinan de zagon heye, lê belê nayê pêkanîn  û her roja ku diçe rêjeya tundîtûjî û qetilkirina jinan zêde dibe. Her wiha ji avahiyên bilind a ketina jinan hertim gumanan ava dike, divê der barê bûyerên wisa de lêkolîn werin kirin daku rastiya bûyerê derbikeve holê.

Dûh li Helebçe jinek bi navê Şewnim Feysel Mecîd, rêveberiya giştî ya rewşenbir û hunerî ya Helebçe bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya berdevkê rêveberiya polîsên Helebçe Muqdem Berzan Osman de wiha hate gotin: “Şewnim 48 salî  ye, di roja 23’ê Tîrmehê de li taxa Şarewanî ya Helebçe ji serbanê mala xwe ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê rakirine nexweşxaneya dadê ya Helebçe û der barê bûyerê de lêkolîn ji aliyê bingehê polîsan ve hatiye destpêkirin.