Li Enqereyê rojnameger sewqî edliyeyê hat kirin

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û rojnamevan Sedat Yilmaz jî di nav de 17 kesên ku di operasyona li 15 bajaran hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin sewqî Edliyeyê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz jî di nav de 17 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin.

Li bendê ye li dozgeriyê karûbarên îfadeyê 17 kesan bê destpêkirin. Di hundirê edliyeyê de “qada qedexeyan a qismî” hat avakirin. Li nav avahiyê bi cih kirina gelek polîsan balê kişand.