Li dijî Talîbanê ji bo çalakiyan bang hat kirin

Tevgera Şemiya Mor, bal kişand ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Talîbanê re dibin sedema teşwîqa şîdetê û dijminahiya jinan û ji ber dijminahiya Talîbanê ya li dijî jinan bang hat kirin ku bi lezgînî çalakî werin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Li Afganistanê piştî ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, li dijî jinan şîdet, êrişên zayendî, zewicandina bi zorê zêde bûn, jin ji mafên xwe û azadiya şexsî bêpar man. Her wiha ji ber têkiliyên dîplomatîk ên welatê cîhanê bi Talîbanê jî, li Afganistanê li dijî jinan dijminahî zêde bûye. NY û civaka navneteweyî, daxwaz kiribûn ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Talîbanê re werin bidawîkirin, ji bo pêşî li êşên zêdetir ên ku gel û jin dikşînin were girtin, gavên bi biryar werin avêtin û tedbîrên li gorî vê armancê werin girtin. Tevgera şermezarkirinê ya jinên Afgan ku bi navê “Tevgera Şemiya Mor” tê nasîn jî duh ji ser hesabê medyaya dîjîtal (X) bi sernavê “Li dijî dijminahiya li dijî jinan a li Afganistanê çalakiyên lezgîn” bang kir.

Di bangewaziyê de wiha hat gotin:

“Piştî ku Talîban li Afganistanê careke din hat ser desthilatdariyê, bi taybetî zewicandina zarokên keçir ên reşîd nebûne zêde bû. Vê rewşê pêşî li îstîsmara zayendî vekir, jin û zarokên keç di her warê jiyanê de rastî newekheviya zayendî tên. Li Afganistanê di warê mafên jinan de mîraseke mezin heye. Di serî de tecawiza endamên Talîbanê, têkildarî şîdeta zayendî raporên heyî xeterê nîşan didin.

Tirsa ku Talîbanê afirandiye û atmosfera zextê di navbera jinan de bûye sedema xwekuştin, bikaranîna madeyên hişbir. Jinên ku riya rizgariya ji zextên Talîbanê nabînin, ber bi xwekuştinê ve çûn. Jin di mercên ku mirov nikare debar bike de dijîn û hewl didin jiyana xwe ya rojane bidomînin.

Nêzîkahiya welatên cîhanê ya ji bo Talîbanê û têkiliyên dîplomatîk ên pê re hatine danîn, ne tenê hikumeta Talîbanê meşrû dikin, di heman demê de dibin sedem ku bê tirs helwestên xwe yên xirab bidomînin û cesaretê dide wan. Em ji Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê daxwaz dikin ku li Afganistanê li ser mafên mirovan rawestin, bi jinên ku ji bo azadî û rûmeta xwe têdikoşin re di nava hevgirtinê de bin, ji ber binpêkirinên mafan ên li Afganistanê pêkanînan ferz bikin.

Heta ku Talîban rêzê nîşanî mafên jinan nede, divê têkiliyên dîplomatîk ên bi Talîbanê re werin bidawîkirin. Em daxwaz dikin ku saziyeke mafên mirovan a navneteweyî ya serbixwe ku bikaribe li Afganistanê rewşê bişîpîne û bike rapor were avakirin.”