Li Afgansitanê salonên ciwankariyê hatin girtin

Li Afganistinê yek meha dema ku Talîban ji bo girtina salonên ciwankariyê dabû temam bû, 12 hezar cihên kar hatin girtin. Tê texmîn kirin ku 60 hezar jin bê kar mane.

Navenda Nûçeyan- Talîban ji sala 2021’an ve dest daniye ser rêveberiya Afganistanê, pêkanînên xwe ên ku azadiya jinan binpê dike berdewam dike, herî dawî girtina salonên ciwankariyê lê zêde kir. 

Dema yek meha ku Talîban ji bo girtina salonên ciwankariyê dayî temam bû, salonên ciwankariyê hate girtin. Tê zanîn ku hêjmara firoşgehên ku hatine girtin 12 hezer e, tê texmînkirin ku 60 hezar zêdetir jin bê kar mane.

Talîban berê jî  zarokên keç ya dibîstana seretayî, mamostayên jin û personel çûyîna wan ya dibîstanan hate qedexekirin. Xwendekarên jin ên ku diçin zanîngehê, ji aliyê erkdarên Taliban ve hatin zivirandin, hîcab û cilên girtî ferzkirin.  Li cihên giştî ên weke park, cihên keyfxweşiyê û ketina salonên werzîşê, di saziyên civaka sivîl de karkirin, di sinema û dramayan de lîstin li jinan hate qedexekirin.