Li Şangalê komxebata jinan dest pê kir

Li Şengalê komxebata jinan a parastinê bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî me li ber xwe da Şengalê rizgar kir bi têkoşîna xwe em diparêzin” dest pê kir.

Şengal-Di 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star, YPG, YPJ û şervanên Êzidxanê ve di encama berxwedan û tekoşîneke mezin de ji destên belaya cîhanê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê gav bi gav jinên Êzidî xwe bi rêxistin kirin, tevger û artêşa xwe ava kirin. Îro jî bi wesîleya salvegera 13’ê Mijdarê roja Rizgarkirina Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser mijara Parastinê bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî me li ber xwe da Şengalê rizgar kir bi têkoşîna xwe em diparêzin” komxebadek da destpêkirin.

Di despêkê de ji bo tevahî şehîdên 74 fermanan, şehîdên berxwedana Şengalê deqeyek rêz hat girtin. Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico ve hat kirin. Rîham Hico di destpêka axaftina xwe ya vekirinê de salvegera 9’în a rizgarkirina Şengalê li tevahî jinên berxwedêr pîroz kir û wiha got: “Di sala 2014’an de bêyî ku şerek bê kirin PDK’ê civaka Êzidî radestî çeteyên DAIŞ’ê kir. Çima ji ber ku parastvanên civaka Êzidî ne ji civakê, yên heyî jî tenê ji ber berjewendiyên xwe li Şengalê diman. Tevahî gotinên ku digot Êzidî Koka Kurdîtiyê ne me dît ku ew tev derew bûn. Lê bi saya Rêber Apo em rizgar bûn. Bi hatina gerîlayên HPG, YJA Star, YPG, YPJ’ê em rizgar bûn.”

‘Çiyayê Şengalê ji civaka Êzidî re bûye stargehek’

Piştî axaftina vekirinê ya ji aliyê endama koordînasyona (TAJÊ) Rîham Hico ve hat kirin, sînevîzyonek bi perspektifên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat temaşekirin. Di perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de mijara sereke girîngiya xweparastinê ji bo tevahî zindî û rihberan nat nirxandin. Di heman demê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jinan û civaka Êzidî de jî wiha bûn: “Çiyayê Şengalê her dem gelê me yê Êzîdi yê ku li ber xwe daye himbêz kiriye û bûye stargehek. Berxwedan di van xakan de bûye çand. Heta niha vê çandê xwe parast, wê ji vir û pê ve jî têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê bi berxwedaniyeke mezin bimeşînin û bi şerê parastina xwe bidin berdewamkirin. Eşqa Êzidayetiyê li hemberî zilmê îsyan dike, dostaniya wê veguheriye şerê hebûna li hemberî mirinê.”

‘Bila jin ji bo azadiya xwe bixebitin’

Di perspektifa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan de bi taybetî li ser rewşa jinên Êzidî jî nirxandin hatin kirin û Rêber Abdullh Ocalan bi van hevokan hest û nêrînên xwe yên ji bo jinan û civaka Êzidî anîbu ziman: “Ez niha tiştên jinên Êzidî dijîn dibînim, pir xemgîn dibim. Bi taybetî hûn jin, derfetên xwe komê serhev bikin, her dem asta xwe bilind bikin.B ila jin têgihîştinên xwe yên cewherî bi pêş bixin û ji bo azadiya xwe bixebitin. Heke jin azadiya xwe bi ser bixin, wê demê dikarin civaka azad û komuna azad jî ava bikin. Em, heta astekê di mijara hilweşandina çanda zilam a serdest de bi ser ketin. Me heyf û tola wan keçên Êzidî rakirin. Ji Şengalê heta Reqayê ji wan hovan heyf hatiye girtin. Wê Şengal heta dawî ya wan be. Wê di nava azadiyê de bijîn.”  

Di berdewamiya komxebatê de wê  peyamên nivîskî û dîtbarî yên cihêreng werin pêşkêşkirin û wê li ser parastinê semîner werin dayîn.