Kesên diçin serdana Nergîs Mohammadî gef li wan dixwin û tên girtin

Xwediya xelata Nobelê aktivîsta Îranê Nergîs Mohammadî piştî ku rakirin nexweşxaneyê, gelek kesên ku diçin serdana wê gef li wan dixwin û tên girtin.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Îranê, girtiya siyasî ya berê Noushin Jafarî ku ji bo serdana aktivîst Nergîs Mohammadî çû nexweşxaneyê girtin.

Rayedarên Îranî, piştî ku rojnameger, wênegir û aktîvîsta siyasî Noushin Jafarî, li nexweşxaneyê serdana Negîs Mohammadi kir piştî daxuyaniyê ragihand ku hatiye binçavkirin û wê girtine. Kesên li gel Nergîs Mohammadî diyar kirin ku ji dozgeriyê emir girtine, kesên ku werin serdanê dê wan bigrin.

Di heman demê de yek ji kesên ku navê wê nehat zanîn li ser malpera Instagramê daxwaza edaletê kir hate zanîn ku li kolana Al Meşfa rastî gefa girtinê hatiye. Hat destnîşankirin ku piştî aktivîst Nergîs Mohammadî rakirine nexweşxaneyê gelek aktivîstên ku çûne serdanê hatine binçavkirin û girtin.