Çalakiya Nobetê bi koma 23’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 23’emîn didome.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma 23’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 22’emîn Viyan Seyhan axivî.

‘Her nêzîkatiya li hember Rêbertî, li hember gelê Kurd e’

Viyan Seyhan diyar kir ku wê hertim gelê Mexmûr bi çalakiyên xwe li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwesta xwe diyar bikin û got: “Her nêzîkatiya li hember Rêbertî tê kirin li hember gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd tê kirin. Rêbertî ji bo me hemuyan riya bicihanîna xeyalên Kurdistanek azad, riya armanca jiyanê û sedemê hebûna gelê Kurde. Weke Rêbertî dibêje: “Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî bi serbikevin”. Emê hem wek ciwan hem jî wek gelê Kurd xwedî li vê gotinê derbikevin.”

‘Em tu caran jiyanek bê Rêbertî qebûl nakin’

Viyan Seyhan desnîşan kir ku xwedî li têkoşîna gelê Kurd derketin armanca sereke ya ciwanane û wiha got: “Em ji dervey Kurdistanek azad û demokratîk jiyanek din qebûl nakin û em tu caran jiyanek bê Rêbertî jî qebûl nakin. Emê wek ciwan li hember hemu zext û çewisandinan li hember îxanet û hemu êrişên dewletên hegemonîk helwesta xwe nîşa bikin.”