9 jinên TJA’yî hatin berdan

9 jinên TJA'yî yên ev saleke di girtîgehê de ne ji aliyê heval û parêzerên xwe ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Enqere – Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin.

Danişîna ewil a dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Gulistan Dehşet, Didar Çeşme, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Figen Ekti, Mekiye Ormanci, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Amine Demir Çoban hatin tehliyekirin. Piştî ew birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê di saetên serê sibehê de hatin tehliyekirin. 

Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP'ê Halide Turkoglu, parlamenterên koordînasyona jinan, Saliha Aydeniz, Ayten Kordu, Sumeyye Boz, Ceylan Akça, aktivîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), Parêzer Gulan Çagin Kaleli, heval û parêzerên jinên hatin berdan ew bi çepik û tîlîliyan pêşwazî kirin.