‘Heta parastin tunebe jiyana jinan û civakê bi aram nabe’

Li Şengalê komxebata jinan a parastinê ya ku bi wesîleya salvegera rizgarkirina Şengalê bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî me li ber xwe da Şengal rizgar kir bi têkoşîna xwe em diparêzin” bi kelecaneke mezin berdewam dike.

HÊVÎ EZDA

Şengal –Komxebata jinan a ku îro li Şengalê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Şengalê hatibû lidarxistin didome. Piştî guhdarkirina nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya xweparastinê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Îlyas her wiha li ser navê Yekîneyên Parastina Jinan jî endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn nirxandin kirin.

‘Me Şengalê bi xwînê rizgar kir em ê bi ked û xebat biparêzin’

Niam Îlyas di destpêkê de roja rizgarkirina Şengalê li tevahî şervanên ku di rizgarkirina Şengalê de şehîd bûn hemû şehîdên azadiyê pîroz kir û wiha got:

“Îro em jin azadiya xwe dixwazin em daxwaza mafên gelê xwe, axa xwe xweseriya civaka xwe dikin. Em ê bi keda xwe bi ser bikevin. Weke jinên Şengalê ji vir şûnde piştî ewqas fermanan, piştî ewqas şehîdan em êdî tu carî zilm û zoriyê li ser xwe napejirînin. Em ê xweseriya xwe bi dest bixin. Me Şengalê bi xwînê xwe rizgar kir em ê bi ked û xebat biparêzin.”

Li ser navê Yekîneyên Parastina Jin, (YPJ) ji Rojavayê Kurdistanê endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn peyamek bi dîmen ji komxebatê re şand.

‘Civaka Êzidî li hember 74 fermanan serî netewandiye’

Rojhilat Efrîn di destpêka gotinên xwe de salvegera rizgarkirina Şengalê li tevahî şehîdan û civaka Êzidî pîroz kir û bi van hevokan peyam da: “Em li hemberî dijmineke wida hov in ku bi navê Kurdîtiyê tu tiştî napejirîne. 74 fermanên ku li ser civaka me ya Êzidî de derbas bûn, di rastiya xwe de ji bo qirkirin, jiholêrakirina bawerî û çanda resen, ziman û dîroka herî kevnar a koka Kurdîtiyê bûn. Bêguman civaka Êzidî li hemberî tevahî fermanan serê xwe netewandiye li hemberî her cure êrîşê her dem çanda xwe zimanê xwe bawerî û rengê xwe parastiye. Heya roja îro jî êrîşên li ser civaka Êzidî li ber çav in, ji bo ku civak destkeftiyên xwe neparêze, ziman û axa xwe neparêze bi her awayî êrişê civakê dikin. Fermana 74’an a ku li ser civaka Êzidî hat meşandin ne dîrok, ne tu civak, ne jî gelên Şengalê wê ji bîr nakin. Em ê ji bîr nekin, encax bi rihê parastina nirxên şehîdên berxwedana Şengalê bi hêrsa her dayik û keçeke xwe ya di fermanê de êş kişandiye em ê tola fermana 74’an hilînin.”

‘Bê nan û av dibe lê bê parastin nabe’

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn di berdewamiya peyama xwe de bi van hevokan qala jin û civaka ku parastina xwe ava kiriye kir û wiha domand: “ Heya roja jî em hê jî jinên Êzidî ji destên çeteyên hov digrin û radestî malbatên wan dikin heya kesek Êzidî hebe em ê xwe bigihîjîninê û radestî civaka Êzidî bikin. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de em dikarin bi awayê vekirî bibînin ku ew hêza ku gerîlayên HPG, YJA Star, YPG, YPJ û civaka Êzidî kir yek û DAIŞ’ê bi vê yekitiyê têk bir, hêza xwe parastinê bû.

Di tevahiya van şeran de ên ku winda dikin, ên tên qirkirin jin in, ên bêwar dimînin jî jin in. Bê nan û av dibe lê bê parastin nabe. Îro jinên Şengalê xwe gihandine vê astê. Em di şexsê jinên Êzidî de dibînin ku dema jin vîna xweparastinê bi xwe re ava dike çawa rê li fermanan digre. Em di berxwedana wan a li Şengalê de vê yekê dibînin. Em di wêrekiya dayikên Êzidî de vê rastiyê dibînin.”

‘Divê jin berê xwe bidin xebatên parastinê’

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn di dawiya peyama xwe de tevahî jinên Êzidî silav kir û wiha bi dawî kir: “Tevahî mirovahiyê fermana li ser civaka Êzidî dît. Lê di heman demê de têkoşîna ku hat meşandin jî hat dîtin. Li cihê ku parastin hebe li wir azadî û wekhevî heye. Cihê ku parastin lê hebe li wir jiyana bi ewle heye. Di jiyana bê parastin de ne mumkun e jin û civak lê bijîn. Weke Hêzên YPG û YPJ’ê em jî li ser vê axê têkoşîna parastina gelên li herêmê didin meşandin û em weke fermana 3’ê Tebaxa 2024’an careke din amade ne li dijî her êrîşê parastina Civaka Êzidî û Jinên Êzidî bikin. Em careke din dibêjin bê nan û av dibe lê bê parastin nabe. Em dubare dibêjin divê li dijî her cure êriş û dagirkeriyê jin berê xwe bidin xebatên parastinê, em careke din tevahî şehîdan bi bîr tînin û we silav dikin.”