Jinên Efgan ên koçberên Îranê di şertên zehmet de dijîn

Bi destdanîna Talîbanê ya li ser rêveberiya welat koçberên Efganistanê, koçî gelek welatên cîhanê kirin. Koçberên ku çûne Îranê di mercên zehmet de dijîn. Jinên ku ji cihê xwe bûne bi firotina cilan hewl dide li ser lingan bimînin.

ŞABNAM TAVAKOLÎ

Tahran- Talîbanê di Tebaxa 2021’ê de dest danî ser rêveberiya Efganistanê, bi taybetî bi binpêkirinên li hemberî jinan tê nasîn. Talîbana ku li hemberî jin û gel zilmê dike, destpêkê li Efganistanê hemû destkeftiyên jinan ji holê rakir. Jinan ji perwerde, jiyana civakî, ji hunerê heta siyasetê, ji tendirustiyê heta jiyana kar ji hemû qadan dûr xistin. Bi hezaran jinên Efganistanê ku nexwestin di bin rêveberiya Talîbanê de bijîn ketin ser riyên koçberiyê di van riyan de rastî gendelî, neteweperestî, tundî, tacîz û gelek pirsgirêkan hatin. Bi hatina Talîbanê re rêxistinên civaka sivîl bê bandor bûn û zagonên li dijî jinan ketin meriyetê.

Vekişandina li bajar mezintir bû

Li gorî îstatîstikên komseriya bilind a koçberan, li Îranê nêzî çar milyon û nîv milyon koçberên Efgan hene. Li gelek bajarên Îranê jiyana koçberan hatiye qedexekirin. Koçberên Efganî piranî li bajarên mezin Tahran, Esfehan û Meşhedê, li kenarên taxan bi cih bûne. Vekişana di nava gelê xwecihî de li herêmên di bin şert û mercên aboriya xirab de hatiye avakirin, bi koçberan re dijwartir bû. Piraniya koçberên Efgan, weke karker dixebitin û ji ber hêza kar zêdetir erzan bûye wek piraniya koçberên cîhanê neçar dimînin keda xwe bifiroşin.

‘Jiyan gelek zehmet e’

Shafiqa Badli ya 60 salî hewl dide li jiyanê bimîne. Shafiqa Badli li îstasyona Metroyê cilan difiroşe, hevjînê xwe di şerê li dijî Yekitiya Sovyeta de winda kiriye û jiyana xwe ya zehmet û bi êş wiha anî ziman: “Kurê min du salî bû ez ducanî bûm. Wê demê hevjînê min di şerê li dijî Yekitiya Sovyetan de hat kuştin. Min keç û kurê xwe bi tena serê xwe mezin kir. Min kurê xwe zewicand û du zarokên wî çêbûn. Alîgirên hikumetê kurê min kuştin. Zarokên wî hê çar pênc salî bûn. Neviyek din ê min qezaya motorsikletê derbas kir. Parsû û lingê wî şikestin, platîn xistin lingê wî û niha li malê ye.”

Talîbanê kurê wê kuşt

 Shafiqa Badli diyar kir ku bi destdanîna Talîbanê li ser rêveberiya welat tirsek mezin bi wan re çêbûye û wiha domand: “Dema Talîban hat dest bi kuştina mirov û jinan kir, min li wê derê malên mirovan paqij dikir. Piştî ku Talîban hat kurê min kuştin, ez neçar mam Efganistanê terk bikim. Li Îranê ez li metroyê kar dikim, mirov ji min re dibêjin here welatê xwe li wê derê kar bike û gotinên nebaş dibêjin. Li Îranê rewşa me nebaş e. Dema ku li metroyê min xwest ez cilan bifiroşim ji min qerta xwendinê xwestin. Ez Efgan im fam nakim, cilên min di destên min de dimînin.”

‘Tu cihekî ku em biçinê tune ye’

Shafiqa Badli bal kişand ser rewşeke ku dema li metroyê dema cil difirot rast hatiye û wiha got: “Rojekê min neviyê xwe yê 5 salî li gel xwa anî metroyê. Jineke Îranê hat gel min û li neviyê min da, ez jî li dijî wê derketim min got bavê vî zarokê şehîdê Talîbanê ye, jinê li min jî xist, cilên min girt û avêt. Erkdarên metroyê hatin cilên min kom kirin. Jiyana me gelek zehmet e, xweziya hûn bihatana we rewşa mala min bidîta. Cihekî ku em biçinê tune ye. Li Îranê em jiyana xirab dijîn, tenê pariyek nan  û çay bi destên me dikeve.”