8 meh li ser erdhejê: Konteynir tune ne

Li Semsûrê tevî ku 8 meh di ser erdhejê re derbas bûye jî malbatên ku konteynir nedane wan hene. Erdhejzedeyên ku di konteyniran de dimînin jî dibêjin ku ev yek têr nake gelek pêdiviyên wan hene û nizanin dê çawa bijîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr – Li Semsûrê, bi erdheja Mereşê re wekî çend bajaran zirarek mezin çêbû. Tevî çend meh derbas bûne jî ji bo erdhejzedeyan derfetên jiyanê nehatine avakirin û birînên wan nekewiyan e. Beşek ji erdhejzedeyên li bajar niha li konteynirên ku bi navê “navendên bicihbûnê yên demborî” yên ji aliyê AFAD’ê de ve hatine avakirin dimînin. Ji sedî 60 bajar xisara mezin dîtiye, welatiyên ku malên wan xisara kêm dîtine jî li malên xwe dimînin. Li bajar, bi navê ‘K1, K2,K3’ li 20 derên cuda 13 hezar û 726 konteynir hene.

Erdhejzedeyên ku di wan konteyniran de namînin jî di konteynirên ku kesên dilxwaz çêkirine yan jî di kulûbeyên ku bi derfetên xwe çêkirine de dimînin. Malên erdhejê yên ji aliyê TOKÎ’yê ve tên çêkirin jî hê temam nebûne. Erdhejzedeyên ku di konan de dimînin ji niha ve ketine derdê zivistana ku nêz dibe. Kesên di konteyniran de dimînin jî ji biçûkbûna wan û derbaskirina avê bi gazin in. Gelek malbatên ku konteynir bi destên wan nakevin jî bi mêvandarî li ba xizmên xwe dimînin. Jinên li bajar ji me re behsa zehmetiyên dikşînin kirin.

 ‘Em 7 kes di mala 21 metrekareyî de dimînin’

Erdhejzedeya bi navê Nafiye Esen got ku ew 7 kes di mala 21 metrekareyî de dimînin û di konteynirê de bi cih nabin û wiha axivî: “Em li vê derê perîşan û bêçare ne. Di konteynirek de em du malbat dimînin. Hemû konteynir bi hev ve ne. Cih gelek teng e, ji bo kesê cih tune ye. Kontenir wisa biçûk in ku mirov bi cih nabe em nikarin tuwalêt û hemamê bi kar bînin lewre av ji wan tê. Bi şev her kes neçar e di heman wextê de rakeve. Me odeyek biçûk kiriye metbex û odeya zarokan. Zarok li metbexê radizên. Xaliyên me ji ber ava ku ji hemamê didilope şil dibin. Em nizanin em ê çi bikin. Ev jiyan nîn e. Semsûr bêxwedî maye.”

‘Ji ber xwelî û xubarê em hemû nexweş ketin’

Nafiye Esen bal kişand ku di dema hilweşandina avahyan de xwelî û xubar radibe û bi ser wan ve tê û wiha domand: “Em li vê derê dimînin lê nikarin ji konteynirê derkevin derve ji ber xweliyê. Dema ku avahiyan hildiweşînin ji me re dibêjin ‘dernekevin’ lê em ê bi rojan çawa bikin di van cihên teng de! Zarokên me ji ber vê xweliyê nexweş ketin. Hemû yan dikuxin yan jî nexweşiya bêhngirtinê bi wan re çêbûye. Divê êdî çareyek were dîtin.”

‘8 meh in li benda konteynirê me’

Erdhejzede Nurcan Şahîn jî got ku 8 meh in tevî serlêdan kiriye jî konteynir nedanê, ji ber vê yekê neçar maye li ba dayika xwe bimîne. Nurcan Şahîn diyar kir ku piştî bi mehan di konan de maye ketiye konteynirê lê ji ber hatina zivistanê ji niha ve ketine nava fikaran û wiha got: “Em îro li vê derê ne lê em nizanin dê sibê çi bibe. 8 meh in tevî serlêdana me jî konteynir nedan min. Ez di xaniyê kirê de dimam û min ji malê derxistin. Di wan deman de deriyê ku me lê neda nema. Ji ber ku navnîşana min tune ye ez nikarim kurê xwe bişînim dibistanê. Jixwe konteynir jî saxlem nîn in. Em nikarin hemamê jî bi kar bînin. Rewşeke pir zehmet e, cihekî em biçinê tune ye.”

‘Ji her derê konteynirê av diherike’

Nûrcan Şahîn diyar kir ku ji her derê konteynirê av diherike û bi baranê re dê rewş zortir bibe û wiha got: “Cihê ku em dikarin lê bimînin ev konteynir e ew jî saxlem nîn e. Ji ber wê jî dema ku baran bibare dê ev der di bin avê de bimîne. Ji ber ku hemam avê derbas dibe em nikarin serê xwe lê bişûn. Em serê zarokan li cihên din dişûn. Hemû kesên di van konteyniran de dimînin nexweş in. Vê xwelî û xubarê her kesê nexweş xist. Bila hilweşandina avahiyan bi dawî bibe da ku em jî hinek rehet bibin. Ne hewa paqij e ne jî van konteynirên em li wan dimînin saxlem in, cihekî em lê bimînin tune ye. Zivistan tê em ê çawa bikin em jî nizanin.”