Hevdîtina Pakhshan Azizî bi malbat û parêzeran re tê astengkirin

Girtiya siyasî Pakhshan Azizî ku li girtîgeha Evînê tê girtin hevdîtina wê ya bi malbat û parêzeran re tê astengkirin.

Navenda Nûçeyan- Aktivîst û siyasetmedar Pakhshan Azizî ya Kurd, li Mahabadê di 13'ê Tebaxê de ji aliyê sîxurên teşkîlata îstixbarata Tehranê ve hat girtin û wê şandin qawişa 209'an a girtîgeha Evînê. Pakhshan Azizî ji ber endamtiya PJAK’ê tê darizandin, sê meh in di girtîgehê de hevdîtina wa ya bi malbat û parêzaran re tê astengkirin. 

Berê jî hatibû girtin

Aktivîst û siyasetmedar Pakhshan Azizî ji beşa xizmeta civakî ya Zanîngeha Tehranê mezûn bûye. Di 25'ê Mijdara 2008'an de jî Pakhshan li zanîngehê li dijî înfazên siyasî yên li Kurdistanê tevli çalakiya şermezarkirinê bûbû û hatibû girtin. Piştî 4 mehan bi kefaletê hatibû berdan. Wê demê Pakhishan Azizî ji Îranê derketibû, çûbû Başûrê Kurdistanê.