Jinên Sûryeyî li dijî qeyrana aborî alternatîfên cuda ava dikin

Jinên li Sûriyeyê dijîn li dijî qeyrana aborî berhemdariya xwe ya karên destan bi pêş dixin û hewl didin di jiyanê de bi keda xwe bimînin.

 ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Li Sûriyeyê bi salan e şert û mercên şer û qeyrana aborî berdewam dike. Ev yek bû sedem ku gelek kes di nava xizaniyê de bimînin. Li welat ji ber têkçûna aborî, jinên Sûriyeyî, ji bo dahata jiyana xwe pêk bînin hewl didin alternatîfên cuda ava bikin. Di dîroka welat de li gorî salên berê hê zêdetir jin di jiyana xebatê de cih digrin.

Ji ber şêrê Sûriyeyê ku 12 sal in berdewam dike, li bajarê Suweydayê gelek jinên ku hevjînê xwe winda kirine, ji bo zarokên xwe mezin bikin têdikoşin. Jina bi navê Najat Alev xwedî zarokên di navbera 7-3 salî de ye, 3 zarokên wê hene, diyar kir ku piştî hevjînê xwe winda kiriye jiyan zehmet bûye û got: “Sê zarokên min ên biçûk hene, daheta min nîn e ku ez pêwîstiyên wan ên bingehîn dabîn bikim. Ji ber wê jî ji bo dahata zarokên xwe min firoşgehek biçûk a qesab vekir.”

‘Ez careke din rabim ser lingên xwe’

Najat Alevi da zanîn ku karê wê hêdî hêdî baş dibe û got: “Piştre firoşgeha min hat şelandin. Min demek gelek zehmet derbas kir lê belê careke din dikaribûm rabim ser lingan. Ji ber ku jin bi îsrar in, bêyî muhtacî kesan bibin jiyana xwe berdewam dikin. Ji derveyî karê firoşgeha biçûk, ez bi zarokên xwe re eleqedar dibim û ji bo perwerdeya wan hewl didim. Hemû karê malê ez dikim.”

 Berê xwe da berhemên destan

Dayika du zarokan Îhlas Jagamî destnîşan kir ku ji ber şert û mercên xirab ên aboriya welat dest bi kar kiriye û da zanîn ku demên destpêkê di firina nan de kar xebitiye û got: “Di encama ketina erdê de lingê min şikest. Ji ber rewşa min a tendirustiyê ez nexebitim. Xwediyê firinê ez ji kar derxistim. Piştî ku min ji firinê derxist ez fikirîm ku ji niha û şûnde çi bikim, di encamê de min berê xwe da berhemên destan û biryar de bi wan debara xwe bikim. Belê gelek dem divê û faydeyek mezin bi dest nakeve lê belê min xwest di vê qadê de bi pêş bikevim.”