Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 35’an de ne

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bi hefteyan e berdewam dikin. Di êrîşên ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha didomin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 10 hezar û 812’an.

Navenda Nûçeyan- Îsraîl di roja 35’a de êrîşên xwe yên ser Xezayê berdewam dike. Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê aşkere kir ku hejmara kesên ku dî êrîşên Îsrailê ji 7’ê Cotemhê heta niha jiyana xwe ji dest dane giha 10 hezar û 812 ye, 4 hezar û 412 zarokan jî jiyana xwe ji dest dane.

Rojnamegerên li herêmê diyar kirin ku li derdora nexweşxaneya El Qudus a li Zîvala Xezayê ji duh ve heta niha şerekî dijwar diqewime. Bi hezaran mirovên ku neçar man ji malên xwe derbikevin, xwe sipartine avahiya nexweşxaneyê û bexçeyê wê. Daxuyaniyên ku berê ji aliyê Îsraîlê ve dihatin dayîn hatibû diyarkirin ku Hamas nexweşxaneyên li Xezayê ji bo xwe weke mertal bi kar tîne.

Berdevkê Koşka Spî John Kirbiy di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku DYA’yê diyar kiriye ku Îsraîl wê li herêmên Bakurê Xezayê her roj 4 saet navber bide bombebaranan. John Kirbiy got: “Îsraîlê ji me re gotiye di pêvajoya navberê de li van herêman operasyonên leşkerî nakin û wê ev pêvajo îro dest pê bike.”

Artêşa Îsraîlê berê jî diyar kiribû ku ji bo sivîlên Xezayê navberên teqtîk pêk anîbûn lê belê ev nayê wateya agirbestê. John Kirbiy da zanîn ku ev biryara Îsraîl gava yekem a girîng e û got: “Bi rastî em dixwazin pêvajoyên wisa pêwîst berdewam bikin.”

‘Bi DYA’yê re beşdarî civînan nebin’

Çeperê Rizgiriya Gel a Filistînê daxuyaniyek da û hişyar kir ku divê rayedarên Filistînê li gel DYA’yê beşdarî civînên vekirî û veşartî nebin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çeper, li dijî rêveberiya Amerîka, Rojava û hemû kesên ku bi heman fikrî.”

Ji rêveberiya Filistînê giliya fermî

Wezîrê Karên Derve yê Filistîn Riyad ek Malikî, bi fermî giliyê Îsraîl li Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEK) kir. Endamê partiya Otzma Yehudir alîgirê deh (aşirlig) ê ku Benyamin Netenyahu ji bo careke din bibe desthilatdar beşdarî koalîsyonê kir û wezîrê xaka peyman da û Qudusê Amihai Eliyahu beriya hefteyekê di hevdîtina di radyoyê de wiha gotibû: “Ji bo Hamasê ji holê rakin, li Zîvala Xezayê avêtina bombeya nukleer hilbijartinek e.”

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Malikî nameyek fermî ji serokê UAEK Rafael Mariano Grossi re şand û diyar kir ku ev gef tê wateya ku Îsrail xwedî çekên nukleer û komî yên îmhakirinê ye bi fermî were naskirin.” Malikî li hemberî gefa li dijî Xezayê jî wiha got: “Îsrail jî bi gotinên ku derdikevin pêş re bi temamî li hev kiriye.”