‘Li Îranê zexta li ser jin û zarokên keç zêde dibe’

Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Îranê zextên li hemberî jin û zarokên keç zêde bûye û wiha got:“Tundiya ku bû sedema mirina Jîna Emînî û zexta hîcaba bi zorê ger bi dawî nebe wê bandorê li ser bi milyonan jin û zarokên keç berdewam bike.”

Navenda Nûçeyan- Li gorî rapora Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî; rayedarên Îranê rêbazên zextê li hemberî jin û zarokên keç ên li dijî hicaba bi zorê derdikevin zêde kirine. Di raporê de hat diyarkirin ku rayedarên Îranê li cihên giştî zexta li dijî jin û zarokên keç ên ku tercîh nakin serê xwe bigrin li seranserê welat zêde kirine. 

Peyam ji zêdetirî milyonek jinan re hatiye dayîn

Di raporê de hat destnîşankirin ku berdevkê polîsan Saîd Muntazair El Mehdî di 16’ê Tîrmehê de ji bo dewriyeyên hicaba bi zorê pêk bîne careke din dest bi erk kiriye. Her wiha li jin û zarokên keç ên li gorî quralan tevnagerin gefa pêkanîna zagonî hatiye xwarin. Di raporê de hat bibîrxistin ku li gorî daneyên fermî ji 15’ê Nîsanê ve heta niha peyamên ku hişyarî didin milyonek zêdetir jinan re şandine û di wan de hatiye gotin ku dema jin bê hicab bikevin ber kamerayê, wê dest daynin ser wesayîdên wan. Her wiha hat ragihandin ku heta niha dest danîne ser 2 hezar wesayîdan, li giştî welat ji 4 hezar zêdetir kesan jî radestî darazê kirine.

‘Bi pêşnûmeyê cezayên ku li ser mafên mirovan bandor çêdike tê birîn’

Di daxuyaniyê de îşaret bi ‘pêşnûme biryara zagona piştgirîkirina çanda hicab û Îffetê’ pêşkêşî meclisê hat kirin û hat destnîşankirin ku bi pêşnûmeyê li qadên giştî û medyaya dîjîtal jin û zarokên keç ên ku bê hîcab werin dîtin mafê civakî û aborî jî di nav de wê rastî cezayên cuda yên ku mafên mirovan binpê dikin werin.

‘Mafên jin û zarokên keç ji nedîtî ve tên dîtin’

Agnes Callamard diyar kir ku bi zextên li dijî hicaba bi zorê mafên jin û zarokên keç ji nedîtî ve tên û wiha got: “Ev rewş di heman demê de li dijî rayedaran di dema serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de zexta bi dehan salan û li dijî newekheviyê cesareta li dijî derketinê nîşan da. Dixwazin careke din hakimiyet û hêza xwe bi cih bikin.”

‘Divê dewletên navneteweyî û civak li vê rewşê temaşe nekin’

Agnes Callamard bang kir ku divê civaka navneteweyî li hemberî vê zexta li Îranê li ser jin û zarokên keç zêde dibe bêdeng nemîne û wiha got: “Bersivên dewletan, bi daxuyaniyên bi zorê û mudaxeleyên dîplomatîk sînordar in. Divê hemû hikumet zilma li Îranê ya bi hişmendiya zayendperestiyê li dijî jin û zarokên keç tê kirin bibîne.”