Li Îmraliyê ji bo hevdîtinê carek din cezayê 'dîsîplînê'

Hate hînbûn ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, cezayek din a dîsîplînê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind di şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Hevdîtina malbat û parêzerê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, tê astengkirin.

Ji bo hevdîtinê di 10'ê Tîrmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di 18'ê Tîrmehê de serlêdanê red kir û diyar kir ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din ên 28 meh in nikarin hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbatên xwe re bikin, "cezayeke dîsîpîlînê" yê din jî hatiye birîn. Dadgeriyê biryara xwe di 19'ê Tîrmehê de ragihand parêzeran. Lê der barê dîrok û sedema "cezayê dîsîplînê" de tu agahî neda.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Abdullah Ocalan, yekem car ji mafê xwe ya hevdîtina telefonê di 27’ê Nîsana 2020’an de sûd girt. Lê ev hevdîtin jî di nîvî de hat qutkirin.