Konferansa Lozanê: Sedsala were wê bibe sedsala jinên Kurd

Bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, li paytexta Swîsreyê Lozanê konfaransa sedsaliya peymana Lozanê tê li darxistin de diyarkirin ku wê sedsala were bibe sedsala jinên Kurd.

Navenda Nûçeyan- Salvegera 100 saliya Peymana Lozanê ku di sala 1923’an de li Lozanê ya ku paytexta Swîsreyê ye, bi pêşengiya Îngiltere û Fransayê bi dewleta Tirk re hat îmzekirin û Kurdistan kir 4 parçe, bi çalakiyên ji aliyê KNK’ê ve tên protestokirin. Konferansa ku di çarçoveya çalakiyan de hate lidarxistin û wê 2 rojan berdewam bike û mijarên cuda bên nîqaşkirin, konfarans li Salona Kongreyê ya Beaulieu (Salle de Congrès de Beaulieu) a Lozanê dest pê kir.

Konferansa ku 600 kes beşdar bûn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî silavkirina beşdaran, li ser navê Komîteya Amadekar Leyla Îmret û Refîk Gafur, Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamûs û Zeyneb Murad derbarê  hedef û armancên konferansê de daxuyanî dan.

‘Gelê Kurd ev 10 sale li ber xwe dide’

Ahmet Karamûs got: “Girîng e gelê Kurd di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de encamên vê peymanê li vir binirxîne. Gelê Kurd ev 100 sal in li beramberî vê peymanê li ber xwe daye û li dijî encamên vê peymanê îradeyeke mezin nîşan daye.” Karamûs bal kişand ser girîngiya konferansê û diyar kir ku wê li ser navê gelê Kurd îradeyek derkeve holê.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad jî wiha got: “Gelê Kurd ev 100 sal in li beramberî vê peymanê li ber xwe daye.” Zeyneb Murad bal kişand ser polîtîkayên qirkirin, komkujî û tunehesabinadinê yên di vê sedsalê de li ser gelê Kurd tê meşandin.

Şaredarê Lozanê: Em dixwazin bi Kurdan re rûpelekî nû vekin

Şaredarê Lozanê Gregore Jupond jî mafê axaftinê girt û got: “Di sala 1923’an de li vî bajarî peymanek hatiye îmzekirin û ev yek bingehê neheqiyeke mezin a li beramberî  Kurdan e. Em dixwazin li vir bi Kurdan re rûpeleke nû vekin. Em dixwazin vî tiştî li bajarê xwe bibêjin. Mafê gelê Kurd heye ku weke gelên din bijî.” Gregore Jupond diyar kir salona ku di sala 1923’an de Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin jî kirine muze.

Piştî axaftina Şaredarê Lozanê, konferans bi sînevîzyona li ser Peymana Lozanê berdewam kir.

‘Rêber Apo ku di vê sedsalê de girîngiyek mezin daye têkoşîna gelê Kurd’

Hevseroka PYD’ê Asya Abdûllah destnîşan kir ku Peymana Lozanê destpêka qirkirinên ku li dijî gelê Kurd hatin kirin e û wiha got: “Li dijî Peymana Lozanê 100 sal in kedek mezin, têkoşîn û berxwedan hat meşandin. Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber ên ku divê têkoşîna azadiyê de pêşengtî ji gelê Kurd re kirine û şehîd bûne, bi bîr tînim. Sedsala 21’an sedsala jinê ye. Sedsala 21’an sedsala gelên din ên ji bo gelê Kurd û pêşeroja wê, têdikoşin in. Sed sala ku me li pey xwe hiştî, sedsaleke ku ji bo Kurdan dersên dîrokî wê werin derxistin. Li cihê ku mafên gelê Kurd lê hatine înkarkirin, berxwedan heye. Têkoşîn heye. Rêber Apo ku di vê sedsalê de girîngiyek mezin daye têkoşîna gelê Kurd û pêşengî ji têkoşîna Kurdistanê re kiriye, 50 sal in li dijî Peymana Lozanê li ber xwe dide. Têkoşîneke mezin meşand. Hem ji bo Kurdistanê hem ji bo cîhanê. 25 sal in li Îmraliyê têkoşîn tê meşandin. Têkoşîna li Îmraliyê tê meşandin li dijî zilmê ye. Em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo silav dikin.”

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyarkir ku beriya 100 salan Kurdistan hatiye parçekirin û ev tişt got:

“Gelên me ji mafên wan bêpar hiştin. Ez li ser navê gelê xwe, hemû welatên ku ev peyman îmze kirine, şermezar dikim. Hemû şehîdên Kurdistanê ku di sedsala borî de ji bo gelê Kurd serî hildan û di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Gelê me ji bo van peymanan ne amade bû. Xaka me parçe kirin, gelê me parçe kirin. gelê me ji hemû mafên wê bêpar hatin hiştin. Bingehê hemû siyasetên tên meşandin, Lozan heye. Lozan dîsa Enfal e, Helebce ye û Şengal e. Li Rojavayê Kurdistanê kemera Ereb e. Li Bakur Plana Şark Islahat e. Li Rojhilat îdama Qazî Mûhammed û komkujiya Mahabadê ye.”

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî jî got ku ji ber Peymana Lozanê Kurd rastî qirkirina erdnîgarî û fîzîkî hatine û got: “Ev peyman 100 sal in li dijî gelê Kurd esasê qirkirinan çêkirine. Divê gelê Kurd li dijî vê yekê li hemû qadan bibe yek deng û li ser bingehê neteweyî têkoşîna xwe bigihîne asteke nû.”

‘Em rê nadin polîtakayên tunekirinê’

Nûnera jinên Kurd a Avrupa Besîme Konva di axaftina xwe de destnîşan kir ku wê rê nedin polîtakayên tunekirinê ên piştî peymana Lozanê li dijî Kurdan û Kurd hertim li berxwe didin û xwe di parêzin. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn gelê ku herî zêde li ber xwe dide û têkoşînê dike ye û wiha got: “Weke ku li Rojava hate dîtin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jinên Kurd têkoşînê dikin. Divê konfaransê de tu bendewariyên me ji dijminê me nîne. Di peymana 9’ê Cotmehê de ku qirkirina Şengalê kirin hedef û bi peymanên din qirikinên nû xistine dewrê. Emê bi hêza xwe parastina xwe bikin. Ez we li ser navê jinên ku li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin silav dikim. Jina Kurd li berxweda. Jina Kurd exlaq û şoreşek civakî ava kir. Emê bi vê hêz û baweriya xwe di sadsala 21’an de weke jina Kurd rê nadin qirkirinên li beramberî gelê Kurd û gelên din û polîtakayên tunekirinê werin meşandin.”