Koçberiya ji Afrîkaya Bin Sahrayê ber bi Tûnisê

Tevî peymanên navneteweyî yên ku mafan garantî dikin jî, koçber û penaberên li Tûnisê dijîn rastî nijadperestî, dersînorkirin, xizmeta tenduristiyê, xurek, ewlehî û gelek binpêkirinên mafan tên.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Afrîkaya Bin Sahrayê, herêmeka ku wek erdnîgarî li başûrê Çola Sahrayê cih digre; wek siyasî, ji bilî Sudanê hemû welatên di heman herêmê de pênase dike. Pênaberên ku ji Afrîkaya Bin Sahrayê koçî Tûnisê dikin, tevî peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin, rastî gelek binpêkirinên mafan ên wekî xizanî, ewlehî, tund, pirsgirêka stargeh, hewcedariya xurek, xizmeta tenduristiyê, nijadperestî, daxwaza dersînorkirinê û vederkirine tên., Li Tûnisê nîqaşên di navbera kesên ku piştgirî didin koçberan û yên ku hebûna wan înkar dikin demdirêje berdewam dike.

Rojnameger Ateqa Al-Amirî, ya rewşa koçberên ji Afrîkaya Bin Sahrayê tên ragihand, bal kişand li ser êşên koçberan dijîn û da zanîn ku mijar beriya her tiştî mirovahî ye. Ateqa Al-Amirî wiha got: “Piştî qetilkirina xortekî Tûnisî ya li herêma Sfax ji aliyê Afrîkî yên ji Afrîkaya Bin Sahrayê tên, di navbera niştecihên herêmê û koçberan de bûyerên tund rû dan û doz hêj di pêvajoya darazê de ye. Koçberên bêserûber tên derp kirin û di navbera wan de jinek koçber jî rastî destdirêjiyê hat.”

Ber bi çolê re tên xiriqandin

Ateqa Al-Amirî anî ziman ku daxwaz dikin koçber bigihin azadiya xwe û bi silametî vegerin malên xwe û wiha got: "Lê belê em naxwazin bên dersînor kirin. Cihek taybet ji bo 30 penaber û kesên xwe spartine hat amedekirin û rêxistinên pêwendîdar bi qeydkirina wan, ji bo baştirkirina rewşê dixebitin. Dersînorkirina girseyî ya koçberan ber bi çolê ve ji bo gelek kesan encamên tenduristiyê yên xirab avakir. Ev rewş bandoreke neyînî li ser îmaja Tûnisê ya li dervayî welat dike. Li gorî daxuyaniya rêxistinên mafên mirovan, ev rewşa dersînorkirina komî ji bo koçberan xeteriyek ava dike.”

'Di peyaman de îmzeyên Tûnisê heye’

Ateqa Al-Amirî da zanîn ku li Tûnisê û li derveyî welat gelek sazî hatine cem hev û wiha axivî: “Ji bo piştgirîkirina koçberan û gihandina alîkariyê civîn û lêgerîna çareseriyan girîng e. Ez nafikirim ku tiştê îro der barê qeyrana koçberan de qewimî, bandorê li krediya tê bendewarî kirin ku ji Fona Pereyan ya Navdewletî ji Tûnisê re bê dayîn bike." Ateqa Al-Amirî bal kişand Tûnisê peymanên navneteweyî yên li ser koçberî û penaberiyê îmze kiriye û dest nîşan kir peymanên navnetewî yên koçberkirin û tevgerkirina ji bo parastin û pêdiviyên koçber û penaberên ji welatek derbasî welatek din dihewîne jî îmze kiriye.

'Tirsa gel kûrtir dibe'

Çavkaniyên ewlekarî ragihandin, zêdetir ji sêyê duyan koçberên bêserûber ên di navbera peravên Sfaks û Mehdiya de hatine girtin û ji wan nêzî 30 hezar Afrîkaya Bin Sahrayê jî di nav de di operasyonên koçberiya bêserûber de hatine dîtin. Ateqa Al-Amirî da zanîn nûçeyên têkildarî piraniya koçberên ji Afrîkaya Bin Sahrayê tên, bi rêyên qanûnî derbasî herêmê bûn jî hene û wiha axivî: "Ev jî der barê hejmara herî mezin a hatiye vê herêmê de nîşana pirsê ava dike. Tirsa mirovan kûrtir dibe û têkiliyên şebekeyên tehcîr an jî bazirganiya mirovan jî tên rojevê.”

Ji bo jinan xebata taybet

Ateqa Al-Amirî der barê rewşa jinên koçber û penaber de jî wiha axivî: “Rêxistina Penaberan a Tûnisê hewl dide alîkariya jinên penaber ên Sûdanê bike. Hejmara wan di navbera 25-30 de diguhere. Jin ji bo wek penaber û kesên xwe spatin werin stargeh kirim, cihekî taybet hatin amede kirin. Mijara alîkariyê jî girîng e ji ber ku gihandina wan a malzemeyên tibî û hin pêdiviyên bingehîn pir sînordar e. Rêxistinên mafên mirovan û welatiyên Tûnisê di şert û mercên dijwar ên heyî û germahiya zêde de, ji bo misogerkirina alîkariya netêrker û kêm dimîne, têdikoşin.”