JINNEWS’ê xwe gihand rojnîvîsa Esra ya ku berbi intiharê ve hatî xişkandin

Ajansa JINNEWS’ê xwe gîhand rojnivîsa Esra Y. a ku rastî êrîşa zayendî ya sê kesan hat berbi intiharê ve hate xişkandin, di rojnivîsa zaroka keç de herçendî ku diyardike ku gefa mirin û şantaj lê hatiye kirin 3 bersûc hê nehatine girtin.

Navenda Nûçeyan- Di 27’ê Gulana 2016’an de li gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê 3 kesên bi navê Veysî, Zahir û Nîhat Yilmaz destdirêjî Esra Y. a 11 salî kiribûn. Derket holê ku tiştên ku zaroka keç jiyan kiriye di rojnivîsî xwe de nivîsandiye.

Li gora nûçeya Rabia Onver ya ku di ajansa JINNEWS’ê de cih girtî de; Bûyer piştî ku zaroka keç ji malbata xwe re dibêje derket holê. Esra Y. di îfadeya xwe a di 21’ê Hezîrana 2016’an de li serdozgeriya komarê ya Şemêzînan dayî de diyarkir ku ji aliyê Veysî, Zahir û Nihat ve dîmenên wê hatiye kêşan û bi weşandina van dimanenan gef lê hatiye xwarin û di heman demê de bersûcan bi kuştina endamên malbatê gef lê xwarine.

Di doza li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Ji bo 3 bersûca cûda cûda ji sûcên ‘îstismara zayendî’ û ‘bêparhiştina ji azadiyê’ ji her yekî re cezayê 42 salan ê girtîgehê hate birin. Piştî îtîraza bersûcan a li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê, ceza  hat betalkirin û ji bo kiryaran biryara ji nû ve darizandinê hat dayîn. Lê belê bersûc piştî 8 meh şûnde kesên ku ji ber ‘nebûna delîlan’ hatin girtin hatin berdan.

11 roj piştî ku bersûc hatin berdan, bu sedem ku Esra ber bi întîharê ve biçe. 9'emîn danişîna doza êrîşa zayendî ya li dijî  zarokan di 17'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê bi hinceta beşdarbûna bersûcan a danişînan daxwazên girtinê red kir. 

Rojnivîska zarok derket holê

 Esra Y. ya ku ber bi intiharkirinê ve hate xişkandin, piştî xişkandin intiharê ajansa JINNEWS’ê xwe gihan rojnivîsa Esra Y. Di rojnivîs de gotinên dawî ên Esra Y. beriya ku berbi intiharkirinê ve were xişkandin cih digre, rewşa xwe ya hestî bi van gotinan anî ziman:

“Xwedayê min ez nizanim çewa dest pê bikim, ger ku ez ji cîhekî dest pê bikim jî divê ez bi îxanetê dest pê bikim. Ji ber ku îxaneta mezin li min hat kirin, kesê ku herî zêde pê bawer dibûm îxanet li min kir û ji piştê ve li min da. Ev îxanet bi gotinê nayê pênasekirin, ger ez bixwazim jî ne bi pênûs û ne jî bi zimanê xwe nikarim tiştê di dilê xwe de vedibêjim. Tiştê ku ez dikarim bibêjim canê min pir diêşe.

Xwedayê min, ev dawiya min e, çima ez fêm nakim çima. Ji aliyekî ve ez li pêkanînên wî difikirim û tu wateyê nadimê. Ew ne mirovek ew qas xirab bû ku ev tişt bi min kir, we çima wiha li min kir. ez çi bikim, nabe.  Ez çi bikim, ez xwe bikujim, vê carê jî wê malbata min bişewite, ger bijîm jî nikarim vî barî rakim,  Ya Xwedayê min, rihê min bistîne û ez nikarim vî barî  ragirim, ez nikarim bisekinim, ez nizanim çi bikim. ezê çawa vî barî rakim. Xwedayê min vî ruhê min bibe da ez rizgar bibim. “Xwedêyo, êdî ez nikarim li ber xwe bidim, êdî ez nikarim bisekinim, bi rastî jî westiyam. Her şev digirîm.  Ez bi rastî nizanim çi bikim malbata min birayê min  ji bo ku vebêjim zextê li min dikin. Lê ez çawa bibêjim nikarim . Ez nikarim.  Ger bibêjim dê birayê min zerarê bibîne. Ger nebêjim jî canê min pir diêşe. Hişê min gelek tevlihev e."

 Not: Rojnivîs weke heyî hate nivîsin, xetayên nivisê nehatine rastkirin.