Jinên Tûnisî: Êrîşên Îsraîlê hemû xetên sor derbas kir

Jinên Tûnisî diyar kirin ku êrîşên Îsraîlê hemû xetên sor derbas kiriye û ji bo piştevaniya jinên Filistînî banga mezinkirina berxwedanê kirin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis- Bertekên li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin. Parêzvanên mafên mirovan ên jin li Tûnisê hatin cem hev û êrîş protesto kirin. Jinan diyar kirin ku êrîşên Îsraîl hemû xetên sor ên mirovahiyê derbas dike û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina sûcên li dijî gelê Filistînê bisekînin.

'Em amade ne ku bi jinên Filistînî re di nav hevgirtinê de bin'

Samîa Zawalî a ku beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku ji bo vegotina qetlîamê peyvan nabîne û wiha got:

“Ji duh ve ez li êrîşên nemirovane yên Îsraîlê  li ser Filistînê temaşe dikim. Jin û zarok jî di nav de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Jinên Filistînî bi biryar û têkoşer in. Divê em wan bi tenê nehêlin. Weke jinên Tûnisî em ji hevgirtinê re amade ne.”

'Divê em bertekên xwe bilind bikin'

Sanaa Tommy jî bi bîr xist ku tiştên li Fîlîstînê diqewimin ne nû ye û got: “Ji salên 70’î û vir ve Filistînî êşan dikişînin. Divê em li cem jinên Filistînî bin. Em bang li jinan dikin ku berxwedana xwe mezin bikin û li dijî êrîşan bertekên xwe mezin bikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Ez û zarokên xwe ji bo azadiya gelê Filistînê li vir in.”