Jinên siyasetmedar: Em ê têkoşîna Firyal Silêman Xalid bidomînin

Jinên siyasetmedar bertek nîşanî qetilkirina Firyal Silêman Xalid dan û diyar kirin ku bêdengiya hikumeta Federal a Kurdistanê, cesaretê dide sûîqestan û got: “Em ê têkoşîna wan mîras bigrin û mezin bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li bajarê Kerkukê yê herêma Federal a Kurdistanê, di encama sûîqesda li dijî siyasetmedara Kurd û parêzvana mafên jinan a ji bajarê Hesekê,Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid hat qetilkirin. Piştî sûîqesda ku ji aliyê du kesan ve çêbû, hêzên ewlehiyê diyar kirin ku der barê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin. Komkojiya ku hat jiyîn, destpêkê ji Kurdistan û Rojhilata Navîn, li gelek welatan bertekên tund hatin. Jinan bang kirin ku kujerên komkujiyê derbixin holê.

Der barê mijarê de me hevdîtin bi parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz û berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî re kir. Parlamenteran rexne li bêdengiya hikumeta Federal a Kurdistanê ku li beramberî komkojiyên ku tê jiyîn kirin û dan zanîn ku divê bûyer were ronîkirin.

‘Li dijî êrîşan xeta têkoşîna hevpar û yekitiya neteweyî pêwîst e’

Parlementera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz bal kişand ku êrîş li dijî çar parçeyên Kurdistanê ye û diyar kir ku bi tecrîd û polîtîkayan qirkirina siyasî dide meşandin, li Başûr jî bi sûîqesdan xwe daye der. Salîha Aydenîz bal kişand ser girîngiya xeta têkoşîna hevpar a li dijî êrîşan. Amaje bi wê yekê kir ku yên di parçekirinê de dibin hevkar, hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan dide avakirin, bingeh ji êrîşan re çêdikin. Saliha Aydenîz bi bîr xist ku têkiliyên herêma Federal Kurdistanê bi Tikriyeyê re li ser bingehê ku ziyanê dide destkeftiyên gelê Kurd e.

‘Divê partiyên Kurd hêzê bidin hev’

Salîha Aydenîz da zanîn ku qetilkirina Firyal Silêman Xalid, li dijî herêmê êrîşên SÎHA’yê mînak nîşan da û got: “Dewleta tirk rêveberiya Başûr ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ev êrîş destkeftiyên me dixin metirsiyê. Dem bi dem dibêjin ‘em di sînorên xwe de dewleta Kurd naxwazin’, dewleta tirk pratîka xwe ya dagirkeriyê berdewam dike û êdî dema ku li gorî berjewendiyên wan tevnegerin, dema êrîşî Başûr bikin wê cara duyem nefikirin. Başûr ev demek dirêj e ji bo siyasetmedarên Kurd bi ewle nîn e. Tam ji ber vê sedemê Kurd, partiyên Kurdan û kom divê ne di pratîka ku hev lewaz bikin, di nava nêzîkatiyên ku hev bi hêz bikin de bin. Tirkiye ji sala 2015’an ve heta niha li qada siyasî li dijî Kurdan operasyonên kumpasê li dar dixe. Planên çokdanînê di dewrê de ne. Li Başûr dixwazin vê planê li ser PDK’ê pêk bînin. Tişta pêwîstiya me pê heye yekitî ye.”

‘Em baş dizanin dixwazin çi peyamê bidin’

Salîha Aydenîz da zanîn ku bi komkujiyan dixwazin peyamê bidin jinên ku têkoşînê didin meşandin û berdewam dikin û  destnîşan kir ku ew baş bi van polîtakayan dizanin û wê heta dawiyê ji têkoşîna xwe gav şûnde navêjin. Divê ji bo kujeran derbixin holê di her qadê de xebatê bidin meşandin û got: “Qetilkirina jinan tê wateya ku hewl didin pêşiya jinan bigrin û xeyalên modernîteya kapîtalîst mezin bikin. Ên ku dixwazin jinan ji her qadê jiyanê dûr bixin, tenê weke hêza kar a erzan dibînin, hebûna xwe ya di siyasetê de tenê weke ‘dîtîna sembolîk’ qebûl dikin, jinên ku ‘ne maqul û mekbûl’ zîhniyeta mêr a ku dixwaze ceza bike ye, ew jinên ku jiyanê dinexşînin, piştî wan jî heye. Em tu caran dest ji vê têkoşînê bernadin. Wê tu caran di malan de girtî nemînin. Ji têkoşîna jinan a di her aliyê jiyanê de, tu caran dest ji têkoşîna xwebûnê bernadin. Îro wan Firyal qetil kirin. Ev ne dawiyek e, ev ê wê bibe despêkek.” 

‘Ya tê hedefgirtin têkoşîna azadiya jinên Kurd e’

Bedevka Meclîsa jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Berîvan Bahçecî peyama ku sîstem bi van polîtakayên komkujiyan wê tu caran negihîje hedefa xwe û bi bîr xist ku divê li dijî van komkujiyên tê jiyîn kes bêdeng nemîne û got: “Piştî hevala Nagîhan, hevala me Firyal ku têkoşîna azadiyê berdewam dikir hat qetilkirin. Tu ferqa vê rewşê ji komkujiya Silêmaniyê nîn e. Ev zîhniyet û aqilê dewleta mêr ji bo jinan dixebite, jinên ku ji bo vê têdikoşin, dikin hedef. Di nava vê de polîtîkayek qirêj tê pêkanîn. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Em van komkujiyan şermezar dikin. Heta ku kujerên vê komkujiyê neyên dîtin em ê dest ji doza xwe bernedin. Hikumeta Federal a Kurdistanê ji vê zîhniyeta komkujiyê re çavê xwe digre û bi van rê li ber komkujiyan vedike. Ev têkoşîn bi bedelên mezin hatiye vê derê, wê ala wan tu caran li erdê nemîne.  Em ê meşa di riya wan de berdewam bikin. Li dijî van komkujiyan em ê têkoşîna xwe hê bilindtir bikin.”