Jinên Ereb ji bo şikandina Tecrîdê çalakiya kon dan destpêkirin

Meclisa jinan a herêma Ereban ya girêdayî Şengalê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê çalakiyê vedan.

Şengal- Li greva Îmralî li beramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî tê meşandin, parêzer û malbat ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tu agahî nayê girtin. Gelê Kurd û dostên Kurdan ji bo agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigrin û ev tecrîda girankirî bi dawî bibe di nava têkoşîn û çalakiyan dene.

Di vê çarçoveyê de civaka Ereb a Şengalê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne. Bi pêşengiya Meclisa Jin a herêma Ereba ya Şengalê  li baxçeyê Mam Zekî li geliyê Şilo konê çalakiyê vedan û wê ev çalakî sê rojan berdewam bike. Çalakî bi kombûna endamên Meclisa Jin a li ber kon û bi daxuyaniyekê destpêkir.

Daxuyanî ji aliyê endama Mekteba Zîlan  Meha Feysel ve hate xwendin û wiha hate gotin:

“Em wek jinên Ereb yên Şengalê li vir radigihînin ku emê 3 rojan ji bo azadiya Rêber Apo konê berxwedanê dayînin, di vê dema dawîde dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe li hember Rêber Apo guherandine û xistiye bin tecrîdek giran de. Dewleta Tirk a dagirker pîvanên dijî exlaqî dike û ev 4 salin em agahî ji Rêberê xwe na girin, em nizanin ku di çi rewşê deye. Jiyana wî di metirsiyê de ye. Heta nahêlin ku malbat û parêzerên wî jî seredan bikin. Ev yek qanûnên dij exlaqî û mirovî ne.”

‘Qeyrana Rojhilata Navîn bi tecrîdkirinê ve girêdayî ye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şert û zirûfên ku Rojhilata Navîn têre derbas dibe û pirsgirêkên kûr dibin, bi tecrîd kirina Rêber Apo ve girêdayî ye. Bila dewleta Tirk a dagirker rê bide ku malbat û parêzer serdan bikin emê bi bibînin ku çawa çareserî wê ji Rojhilata Navîn re were û gel ji vê kaosa heyî derbikeve. Em wek jinên Ereb yên Şengalê carek din li vir radigihînin ku Serok Apo yekem kese ku mafê jinê daye û bi jinê re dibe yek heya ku xwe li ser piyan bigire. Emê jî bi fikir û felsefeya Serok Apo daye me, li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekinin û heya azadiya fizîkê ya Rêber Ocalan li ber xwe bidin. Em bêdengiya saziyên navnetewî û yên peyîwendîdar jî bi cidî şermezar dikin. Em di bêjin em sedsala 21’emîn de ne ku çawa rêberên gelan di zindana de ne. Emê wek jinên Ereb heya dawî li dijî faşîzmê û siyaseta  AKP’ê, MHP’ê bisekinin, heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêkneyê emê di nava çalakiyan de bin.”

Piştre ji gelek gundên Ereba gel seredana konê çalakiyê kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Dibin konê çalakiyê de li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û tekoşîna wî ya ji bo gelan sinevizyonek hate pêşandan. Wê çalakiya konvedan sê rojan dom bike.