Ji bo Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan li Qamişlo daxuyanî hate dayîn

Bi boneya Roja cîhanî ya Mafê Mirovan, Komeleya mafê Mirovan a Cizîrê li bajarê Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Qamişlo- Bi boneya Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan, Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê daxwaz ji cîhana fermî kir ku di rêza yekem a Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de erkên xwe bi cîh bînin û daxwaz ji hemû aliyan kir ku hewil bidin ji bo pêkanîna agirbestê. Daxuyanî li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn.

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Komeleya Mafê Mirovan Evîn Cuma ve hat xwendin wiha bû: “Cîhan vê rojê, wek Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan û salvegera salane ya cîhanî ya Mafên Mirovan ragihandiye. Em jî wek Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê divê rojê de rûmet, azadî, dadperwerî wek beşeke bingehîn ji rêzek berfireh ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn dibînin. Mafê me hemûyan heye ku li ser vê cîhanê bê cudahî li ser bingeha netewî, zayend, ol û zimanê xwe bijîn. Li seranserî cîhanê belavbûnek heye ku binpêkirina giran di ware mafên mirovan û yasayên mirovî yên navdewletî de heye. Şer û pevçûn dibe sedema binpêkirina mafên sivîlan û wêrankirina jiyana wan. Heta roja îro jî bi her awayî aloziya Sûriyê dom dike û ev alozî berdewambûna tundiya leşkerî li seranserî welat geş dibe. Bi salane di ware ewlekarî, aborî û mirovî de wêranbûn tê jiyîn û bi salane pêla koçberî dewam dike.”

‘Divê dewleta tirk were cezakirin’

Di dewama daxuyaniyê de kiryarên dewleta tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha hate nirxandin: “Dewleta tirk bi awayek rojane li ber çavê hemû cîhanê êrîşî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dewleta tirk ji dema dagirkirina herêmên mîna Cerablus, Ezas, El-Bab, Marê, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî heta roja îro jî êrîşên wan bê navber dewam dike. Divê dewleta tirk tawanên ku kirine, di asta navneteweyî de bê cezakirin ku li gorî madeya 7’an weke sûcên li dijî mirovahyê hatine bi nav kirin, ev made bi cih were. Dewleta tirk  ji kuştin, balafirên keşfê, tunekirina çavkaniyên jiyanê, gefxwerin, revandin, destavêtin, dorpeç û îşkence li dijî gelê herêmê pêk tîne.”

‘Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê diyalog pêk were’

Di daxuyaniyê de banga civata giştî ya neteweyên yekbûyî hate kirin û wiha daxuyanî bi dawî bû: “Em di salvegera 75’emîn a Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan bang li cîhana fermi û bêrî her tiştî civata giştî ya neteweyîn yekbûyî dikin ku erkên xwe bi cih bînin û bang li hemû aliyan dikin ku agirbestek mayînde pêk bînin û biryara qedexekirina firokên Tirkiyê li ezimana Sûriyê pêk bînin. Divê dawî li dagirkeriya Tirkiyê pêk were û dewleta tirk ji ber tawanên ku pêk aniye were dadgehkirin. Di heman demê de bi peydakirina şert û mercan ji bo dan û standinên cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi riya diyalogê pêk were.”