Hêjmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 4 hezar 385

Wezareta Tendirûstî ya Filistinê aşkere kir ku di êrîşên Îsrailê ku di 7’ê Cotmehê de destpêkirî heta niha 4 hezar û 385 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 hezar û 651 kes birindar bûne.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsrailê li ser Xeza dû hefte li pey xwe hişt. Hat ragihandin ku li Xeza ya ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 4 hezar û 385.

Wezareta Tendirûstî ya Filistinê diyar kir ku li Xezayê ji 7’ê Cotmehê heta niha hêjmara birindaran bûye 13 hezar û 651. Hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest daye jî bûye 4 hezar û 385.

Wezareta Tendirûsti ya Filistinê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku deriyê sînor ê Refah ê di navbera Xeza û Misirê de vê sibehê bi awayek demkî hate vekirin û 20 tirên ku alikariya mirovî di hilgirtin ketin Xezayê.

Wezaretê bal kişand ser daxuyaniya artêşa Îsrailê ku di alikariyan de divê tu sotemenî nebe û sotemenî ji derveyî çarçoveya alîkariyê hate hêlan jiyana nexweşan û birindara dixe metirsiyê û wiha got: “Em bang li civaka navnetewî û Misrê dikin ku hê zêdetir kes di nexweşxaneyan de jiyana ji dest nedayîn û divê demildest pêwistiyên tendirûstî û sotemeniyê di mijara gihandinê de hewl bidin.”