Hêjmara 21’an Kovara Jin derket

Hêjmara 21’an a Kovara Jin bi manşeta ‘Lozana veguherî qirkirina jinê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin a heftena kû her roja Yekşemê tê weşandin hêjmara 21’an bi manşeta ‘Lozana veguherî qirkirina jinê’  derket pêşberî xwendevanên xwe.

Rojda Yildiz bi nivîsa xwe a bi sernavê ‘Piştî Lozanê Kurd; dîroka şaş bi awayekî rast nayê jiyîn’ di kovarê de cihê xwe girt. Rojda Yildiz di nivîsa xwe de bal kişand ser neyîniyên di jiyana jinan û li dijî polîtakayên wan.

Yuksel Mutlu bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Di sedsaliya Lozanê de rewşa Elewiyan’ rewşa Elewiyan piştî Lozanê girt dest.

Tîma Kovara Jinê nivîsa ku Hawzhin Azees ya bi sernavê ‘Peymana Lozanê: Kurdên bêwelat’ werger kirin de piştî Lozanê binpêkirina mafan a ku Kurdan jiyan kirî cih girt.

Aycan Diril bi nivîsa xwe a bi sernavê Îmtihana estetîkê ya bi ‘xweşikbûnê’ cih digre.

Rojnameger Medine Mamedoglu di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Herêmên erdhejê ji însafa tarîkatan re hat hiştin!’ di kovara Jin de cih girtî, bal kişand ser li herêma erdhejê hebûna tarîqatan.